Ebadî: Tenê hêzên Iraqî wê bikevin Mûsilê

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îro serdana Kerkûkê kir, di daxuyaniya çapemeniyê de got wê di demek nêz de operasyona Hewiceyê dest pê bike, destnîşan kir ku tenê hêzên Iraqî wê tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re civiya, daxuyaniyek çapemeniyê da û têkîldarî operasyona Hewice û Mûsilê axivî.

‘TENÊ HÊZÊN IRAQÎ WÊ BIKEVIN MÛSILÊ’

Ebadî bi bîr xist ku di nav artêşa Iraqê de beşên cuda yên civakê jî hene û ragihand ku êdî di şerê DAÎŞ’ê de nêzî fînalê bûne û dixwazin Iraqê rizgar bikin.

Ebadî têkîldarî operasyona navçeya Kerkûkê Hewice û operasyona Mûsilê wiha axivî;

“Di demek Kurd li gel hêzên pêşmerge ji bo rizgarkirina navçeya Hewice ya ji çeteyên DAÎŞ’ê em ê dest bi operasyonekê bikin. Ji bo operasyona Mûsilê jî wê ji bilî hêzên Iraqî ti hêzên din cih negirin û nekevin Mûsilê.”

'DIVÊ TI KES SERWERIYA ME BINPÊ NEKE’

Ebadî bal kişand ser daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêjin tevî dewleta Iraqê jî wê tevlî operasyona Mûsilê bibin, got; “Em dixwazin têkîliyên me bi Tirkiyeyê re baş bin û di nav aştiyê de bidomînin. Divê ti kes serweriya me binpê neke.”