Du wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî hatin rûxandin
Şervanên YPG’ê li gundê Şara yê Serêkaniyê 2 kamyonên çeteyan ên bombebarkirî rûxandin û 6 çeteyên tê de jî kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer, çeteyên DAIŞ’ê ku derbeyên giran ji şervanên YPG’ê dixwin, saet 17.35’an bi 2 kamyonên bombebarkirî xwestin êrîşî gundê Şara yê Serêkaniyê ku şevê din ji çeteyan hatibû rizgarkirin, bikin. Şervanên YPG’ê ku bi her du kamyonan hesiyan kamyon jî beriya ku bigihêjin armanca xwe rûxandin û 6 çeteyên di wesayîtan de kuştin.
Şerê û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didome.
Şevê din hêzên YPG’ê gundên Şara û Til Qilea yên 35 km dikevin başûr rojavayê Serêkaniyê ji çeteyan paqij kirin. Hêzên YPG’ê îro danê sibê jî ber bi bajaroka Mebrûka ve pêşve diçûn. Di pevçûnên ji duh ve rû didin, hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.