Dr. Basîra: Divê Kurd bibin xwedî yekîtiyeke siyasî

Lêkolîner û zanistê siyasetê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Salar Basîra diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Herêma Federal a Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, bi danîna têkiliya bi Îran û Tirkiyeyê re, nabe.

Lêkolîner û zanistê siyasetê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Salar Basîra diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Herêma Federal a Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, bi danîna têkiliya bi Îran û Tirkiyeyê re, nabe. Basîra got ku di navbera Kurdistan û dewleta Iraqê de têkiliyek destûra bingehîn heye û da zanîn ku pirsgirêk ancax bi pêkanîna berpirsyariyên destûra bingehîn dikare bê çareserkirin.

Salar Basîra bi lêv kir ku polîtîkaya PDK’ê ya di alî Sunnî û Dewleta Tirk de û polîtîkaya YNK’ê ya têkildarî dewleta Îranê ya Şîî de, bûye sedema ku Kurd parçe bibin û bê hêz bimînin û divê Kurd di nava xwe de yekîtiyeke siyasî ya ji berjewendiyên neteweyî re xizmetê dike, pêş bixînin.

Dr. Salar Basîra ji ANF’ê re axivî û sedemên pirsgirêkên di navbera Iraq û hikûmeta herêmî de û çareseriya pirgirêkan nirxand.

SEDEMA PIRSGIRÊKAN HER DU HIKÛMET IN

Salar Basîra bi lêv kir ku piştî rejîma Saddam hatiye hilweşandin şûnde têkiliyên navbera hikûmeta herêmî û navendî de aloz bûne û got: “Ji pirgirêka petrolê bigire heta, sazbûna federal, heta xala 140. û gelekên din. Hikûmeta herêmî wek dewletek serbixwe tevdigere. Lê hikûmeta navendî jî hewcedariyên pergala federal nayne cih. Ji ber vê jî pirsgirêk nayên çareserkirin. Dîsa Kurd jî di nava xwe de wek yek dengî tevnagerin. Di nava xwe de pisgirêkan çareser nakin û bi îradeyek hevbeş li dijî hikûmeta navendî nekarin mafên xwe biparêzin.”

Basîra sedema derketina pirsgirêkan wiha nirxand: “YNK polîtîkayek di alî Îran-Şîî de dimeşîne û PDK jî polîtîkayek di alî Tirkiye-Sunnî de dimeşîne. Ji ber vê jî siyasetek hevbeş û helwestek neteweyî pêş naxînin. Li dijî hikûmeta navendî mafê Kurdan nekarin biparêzin. Mînak di firotina petrolê de bi ti awayî biryarek hevbeş negirtin.

Di neçareseriya pisgirêkan de YNK û PDK rola sereke dilîzin. Di siyaseta van de li şûna berjewendiyên gel, berjewendiyên partiyê esas tên girtin. Berjewendiyên malbatî û serokbûnê li pêşin.  Lê kêmasiyên hêzên din jî heye.

HELWESTA NETEWEYÎ ŞERT E

Binêrin niha PDK li ser dewleta serbixwe cuda nîqaş dike, YNK cuda nîqaş dike. Gelo wê dewleta serbixwe çawa bê îlankirin? Ev pirsgirêkek girîng e. Ger helwestek neteweyî tinebe wê çawa pêş bike? Divê yekîtiyek hebe, siyasetek hevbeş û polîtîkayek hevbeş hebe. Heta wisa nebe Kurd wê ji dualîbûna Suunî-Şîî dernekeve û wê dîplomasî pêş nekeve. Wê nekaribe daxwazên xwe bide qebûlkirin. Ger serxwebûn bê xwestin divê nava xwe de siyasetek hevbeş pêş bixînin.”

Salar Basîra bal kişand ser neçareseriya xala 140. û wiha berdewam kir: “Li gorî min hikûmeta navendî û herêmî ji vê berpirse. Li gorî min hikûmeta herêmî zêde girîngî neda vê. Li ser nesekinî. Hikûmeta navendî jî karaktera neteweperestiyê ji ser xwe navêt. Ji ber vê jî her du alî jî di neçareseriya pisgirêkê de berpirsin.

RÊBAZA ÇARESERIYÊ ŞAŞ E

Tevî di navbera her du hikûmetan de hevdîtin tên kirin jî têkilî sererast nabin. Li gorî min divê hikûmeta herêmî ev têkilî sererast bikirana. Em wek herêm madem tevlî yekbûna Iraqê ne, wê demê ji têkiliyên xwe yên Tirkiyeyê û Îranê wêdetir divê em têkiliyên xwe bi hikûmeta Iraqê re pêş bixînin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Rêbaza li vir tê pêşxistin şaş e. Li gorî min sedema hinek pirsgirêkan hikûmeta herêmî ye.

Di serê van pirsgirêkan de firotina petrolê tê. PDK bi taybet dixwaze petrolê rasterast bifiroşe Tirkiyeyê. Lê divê ev ji ser hikûmeta navendî pêk bê. Pereyê petrolê ji ser hikûmeta navendî divê derbasî hikûmeta herêmî bibe. Ev qanûna vê ye. Ez hikûmeta navendî bûma, min ê jî bertek nîşan bida. Min ê jî qebûl nekiriba. Dîsa hatina ji petrolê tê ne diyar e. Ji bo gel û civakê nayê xerckirin. Dikeve berîka van kesan. 

Ya duyem jî pirsgirêka herêma federal e. Mînak pergala herêma di Destûra Bingehîn a Iraqê de, wek pergala parlamenteriyê ye. Lê dema mirov li herêmê dinêre a li vir derbasdar e pergala serokatiyê ye. Ev nakokî ye. Li dij destûra bingehîn e.”

POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK-ÎRANÊ ZERARÊ DIDIN KURDAN

Basîra bal kişand ser têkiliyên herêma Kurdistanê ya bi Tirkiye û Îranê re û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Herêma Kurdistanê di alî fermî de xwedî hikûmetekê ye. Lê realîte cuda ye. Di fîîliyatê de YNK û PDK du hikûmetên cuda ne.

YNK hewl dide pirsgirêkên xwe yên hundir bi dewleta Îranê re çareser bike, diyar bike. PDK jî li ser bazirganiya pertrolê xwe daye ser Tirkiyeyê. Li gorî min di navbera Tirkiye û PDK’ê de ji têkiliyeke stratejîk wêdetir, têkiliyeke xwe dispêre petrol û bazarê heye. Tirkiye dixwaze herêma Kurdistanê di bin xizmeta wan de be.

PDK’ê ji partiyê wêdetir divê bi rêVeberiya kes bê nirxandin. Têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re li ser bazgirganiyê pêş dikeve. Piştgiriyê didin siyaseta Tirkiyeyê. Heta hatiye rewşeke wisa ku, destek dan derketina dewleta Tirk a li dijî şoreşa Rojava jî. Lê dema DAIŞ’ê êrîşî herêma Kurd kir, êrîşê Rojava kir, Delweta Tirk ti piştgirî neda Kurdan.

Du sedemên ku Barzanî li dijî şoreşa Rojava derket hebûn. Ya yekem, xwe serdestê her tiştî dibîne û naxwaze ji bilî îradeya wî Kurdistan pêş bikeve. Ya duyem jî piştgiriyê dide polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê.”

DEWLETA TIRK ÎRADEYA KURDAN QEBÛL NAKE

Basîra axaftina xwe wiha berdewam kir: “Binêrin piştgiriyek PDK’ê ya ji bo Bakurê Kurdistanê tine. Bi her alî piştgiriyê didin siyaseta Erdogan. Li dijî tevgera azadiya Kurd helwestek wan a nebaş heye. Ne tenê li hember Bakurê Kurdistanê, li dijî hemû parçeyên Kurdan siyasetek nebaş dimeşîne. Siyaseta wan bi giştî ji berjewendiya malbatî re xizmetê dike.

DEWLETA TIRK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEK ÎRADEYEK SIYASÎ NABÎNE

Li gor min dewleta Tirk,  herêma Kurdistanê wek îrade nabîne. Ger wek îrade bidîtina, dema ku rayedarên herêm diçin Tirkiyeyê wê, wek dewletên din ala herêma Kurdistanê jî ligel ala Tirk daliqandibana. Lê ya herî xerab jî ev e ku rayedarên herêma Kurdistanê vê qebûl dikin. Heta carekê rayedarekê Tirk, nûnerên Başûrê Kurdistanê tenê wek ‘malbateke Iraqê ya tê naskirî’ bi nav kiribû.”

SIYASETA DERVE DI BIN KONTROLA PDK’Ê DE YE

Basîra bal kişand ser têkiliyê derve û wiha got: “Divê em vê qebûl bikin, siyaseta Başûrê Kurdistanê, di bin kontrola PDK’ê de pêş dikeve. Ti bandora YNK û tevgera Goran tine. Xebatên wan yên lobî ne ji bo welat, ji bo malbat û serokê herêmê tê meşandin.

Ev têkilî ne zelal in, kes nizane ev têkilî çawa tên meşandin.

Mînak nûnerê herêma federe yê Elmanyayê, birayê Mesut Barzanî, Reşat Barzanî ye. Elmanyayê got ku PKK rêxistina terorê ye, YNK alîkariyê dide wan û YNK jî kir vê lîsteyê.  Ji ber vê ji bo nûneriya hikûmeta herêmî ya wir 4 kes peywirdarên ewlekariyê dabûn. Di rastiyê de li wir ne nûneriya hikûmeta herêmî, ya malbatî hat kirin. Jixwe beşek sermayeya PDK’ê jî li Elmanyayê ye. 

Li parlamentoyê 4 partî hene. Partiya îslamî bi hinek welatan re têkiliya wan heye. Alîkariya aborî û manewî digirin. Partiyên din jî têkiliyê wan hene.  Fikara ti partiyekî di alî neteweyî de tine. Fikara wan a dewleta Kurd tine. Dema tevgera Goran derket, vîzyonek cuda pêşkêş kir. Lê piştre derket holê ku ti cudahiya wan ji partiyên din tine.”

DEWLETA TIRK Û PDK JI ROJAVA DITIRSIN

Basîra wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qezenca Rojava bi dest xist, Başûrê Kurdistanê ti car bi dest nexistibû.  Li wir ruhekî şoreşger û îradeyek xurt heye. Di rêveberiyê de îradeya gel serdest e. Yên di rêveberiyê de ne, nûnerên rast ên vî gelî ne. Li dijî çeteyê DAIŞ’ê têkoşînek mezin hat qezenckirin. Kobanê veguhertin Stalîngrada Kurdan. Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji pergalên Kantona Rojava gelek nerehetin. Ev model hem Tirkiyeyê û hem jî PDK’ê ditirsîne.”