Dozgeriyê pêwîstî bi şopandina lêpirsîna li dijî HDP'ê nedît
Dozgeriyê biryar da ku lêpirsîna der heqê rêveberiya HDP'ê ya navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê de hatibû vekirin, neşopîne.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gava HDP gundên navçeya Pilemûriyê ziyaret dikir, jenderme li keyayên gundan geriya bû û ji wan re gotibû, "HDP hatiye gundê we. Gef li xwe xwariye? Dema ew hatin cem we bila haya me jê çêbibe". Li ser vê yekê HDP'yiyên ku bi keyayan re hevdîtin kirin, naverokek weşandin ku helwesteke bi vî rengî şaş e û zerarê dide atmosfera hilbijartinê. Dozgeriyê jî ji Hevserokatiya HDP'ê ya Navçeya Pilemûriyê pirsî bû ku kê ev belavok nivîsandiye û belav kiriye.
Dozgeriyê, lêpirsîna der heqê Rêveberiya HDP'ê ya Navçeyê de hatibû vekirin, biryar da ku neşopîne.
'XEBATÊN AJANKIRINÊ'
Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Hidir Dogan diyar kir ku jenderme li gel geriya ye û 'xebata ajankirinê' meşandiye û got, "Em gel in, ji bo mafên xwe em hene û ji bo vê jî em gefê li kesî naxwin. Bi gelê xwe re em li kolanan jiyana nû ava dikin."
Hevserokatiya HDP'ê ya Pilemûriyê gel hişyar kir ku der heqê provokasyonan de hay ji xwe hebin.