Dozgeriya leşkerî biryara veşariyê daye, malbat hestiyan dixwaze

Dozgeriya leşkerî biryara veşariyê daye, malbat hestiyan dixwaze

Dozgeriya Leşkerî ya Femandariya 7’emîn Kolorduyê ya Tirk ku der barê 11 gundiyên di sala 1993’an de li Mezreya Keper ya gundê Alacakaya ya navçeya Pasûra Amedê piştî hatin binçavkirin wenda bûn, ev 7 sal bû lêpirsîn dimeşandin, biryara veşartiyê der barê dosyayê de girtin. Malbatan bi hevkariya parêzeran serî li dozgeriyê dan û hestiyên hatibûn dîtin û şandibûn Tiba Edlî xwestin.

Li mezraya Keper ya gundê Alaca ya Pasûrê di 9’ê cotmeha 1993’an de welatiyên bi navê Mehmet Şah Atala, Nusrettîn Yerlîkaya, Turan Demîr, Behçet Tutuş, Bahrî Şîmşek, Şerîf Avar, Hasan Avar, Salîh Akdenîz, Celîl Aydogdu, Umît Taş û Abdî Yumuk hatibûn binçavkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê dosyaya van kesan de biyara bê peywirê da û şand Dozgeriya Komarê ya Pasûrê. Di sala 2006’an de Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê derbarê dosyayê de biryara bê peywiriyê da û şand Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya 7’emîn Kolorduyê. Di rewaşa ku dozgeriya Leşkerî dozê vebike dê serbazên payebilind û leşkerên wê demê peywir dikirin bên darizadin.

Di sala 2004’an de di çarçoveya projeya ‘vegera gund’ de gundiyan li ser erdên xwe hestî dîtin. Gundiyan agahî dan ÎHD’a Amedê. Di encama lêgerîna gundiyan de hestî bi hevkariya parêzeran li Saziya Tipa Edlî hatin lêkoLîn kirin û hat tespîtkirin ku hestî aydê Salîh Akdenîz û Behçet Tutuş e. Der barê mijarê deli Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê doz hat vekirin û Tirkiye hat mehkumkirin.

LêpîrsÎna li Dozgeriya Leşkerî ya Femrandariya 7’emîn Kolorduya Amedê hat vekirin ji 2006’an de didome û her wiha derket holê ku der barê dosyaya lêpirsînê de biryara veşariyê heye. Parêzer ÎHD’ê Serdar Çelebî got dem dem ji bo agahiyê der barê lêpirsînê de bigire diçe dozgeriyê û got hîn kiriye ku der barê dosyayê de biryara veşariyê heye. Çelebî got ku malbat hestiyên ku li dozgeriya leşkeriyê ne dixwaze.