Dozên Jîtemê kirin yek

Dozên Jîtemê kirin yek

Di doza ku di nav de Fermandarê Cendirmeyan yê berê yê Bajarê Qeyseriyê Albayê teqawit Cemal Temîzoz, Şaredarê berê yê Cizîrê sercerdevan Kamil Atak û îtîrafkar jî heyî 7 bersûcên ku ji ber sedem qetilkirina 52 kesên li Şirnexê di navbera salên 1993-95’an de qetilkirî tên darezandin û, dozek din ya Jîtemê ku 4 bersûc tên darezandin, kirin yek.

Doza ku di nav de Fermandarê Cendirmeyan yê berê yê Bajarê Qeyseriyê Albayê teqawit Cemal Temîzoz, Şaredarê Cizîrê yê berê sercerdevan Kamil Atak û îtîrafkar jî heyî 7 bersûcên ku ji kuştinên di navbera salên 1993-95’ê li Şirnexê berpirs tên girtin, li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê dom kir.

Ji bersûcan Cemal Temîzoz, îtîrafkar Xidir Altûg, Abdulhakim Guven, Adem Yakin, sercerdevan Kamil Atak, Çawişê Pispor Bûrhanetîn Kiyak û Temer Atakê serbest tê darezandin tevlî rûniştinê bûn.

Serokê dadgehê di rûniştê de aşkera kir ku, doza Çawişê Pispor Bûrhanetîn Kiyak û îtîrafkar Xidir Altûg, Abdulhakim Guven û Adem Yakin yên bi îdîaya tevlî gelek kuştinên kiryar nediyar bûne û cihê xwe di yekîneya JÎTEM’ê ya “lêpirsîn û înfazê” de girtine û derheqê wan de cezayê muebetê tê xwestin, bi vê dozê re kirine yek.

Serokê dadgehê îdîanameya duwem xwend û tespîta nasnameyan kir. Ji bersûcan Bûrhanetîn Kiyak got, ji ber ku îdîaname negihaye destê wî, ew dê parastina xwe di rûniştinek din de bike.

Ji parêzerên bersûcan Naîl Karaaslan da diyarkirin ku, dadgehên rayeya taybet hatine rakirin û got; “Ji ber ku dadgehên rayeyên taybet hatine rakirin hûn tenê peywirdarê dozên didominin. Bi rêya doz kirina yek re jî ne mimkûne hûn temaşeyî dozek nû bikin. Hûn ji bo biryara yek kirina dozê dadgehekî bêraye û bêpeywirin.”

Rûniştina ku ji bo nîvro navbera hate dayîn, dîsan bi îfade dayîna bersûcan berdewam dike.