Rûniştina destpêkê ya doza li ser qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî, ku li navçeya Şirnex Cizîrê dema li ber mala xwe dilîst ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê destpê kir.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, yekemîn rûniştina doza qetilkirina zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê di 14'ê çileyê de dema li ber mala xwe ya Taxa Yafesê dilîst ji hêla polîsan ve bi guleyê ji serê xwe hat qetilkirin, di 1. Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê de destpê kir. Polîsan ku bi wesayîtên zirxî dora edliyeyê dorpêç kirin, kesên diketin hundirê avahiya edliyeyê di lêgerînê de derbas dikirin. Di rûniştina yekemîn de dayik û bavê Nîhat Kazanhan, Ayşe û M. Emîn Kazanhan, parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parêzerên Kazanhan Fîlîz Olmez, Sertaç Oskan û Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, 60 parêzerên ji baroyên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Amed, Manîsa, Antalya, Dîlok, Stenbol, Mêrsîn, Sakarya, Enqere, Bedlîs, Bûrsa, Êlih jî amade bûn.
Polîsên bersûc Nurbakî Goçmez ê ji "Ji qestî mirov kuştinê" tê darizandin di Girtîgeha Elmadag a Enqereyê de bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bû. Her wiha polîsên bi navê H.V. ê ku "Ji qestî mirov kuştinê", sê polîsên din O.Ç.,Û.Î û G.T. ên bi "zanebûn sûç ranegihandine" tên darizandin û parêzerê wan M. Şirin Yildiz jî li Edliyeya Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî darizandinê bûn. Rûniştin bi danasîna parêzer û daxwaza baroyan ên ji bo tevlîbûna darizandinê, destpê kir. Piştre navê parêzer û baroyan hat xwendin. Heyeta dadgehê ji bo ûsûlê mafê axaftinê da parêzeran. Parêzeran diyar kir ku her 5 polîsên ji qetilkirina Kazanhan tên darizandin divê di dadgehê de amade bin. Parêzeran destnîşan kirin ku ew dixwazin pirsên xwe raste rast li van polîsan bikin.
Heyeta dadgehê ev daxwazên parêzeran xist girtînameyê. Rûniştina yekemîn bi xwendina gilînameyê dewam dike.