Doza KCK’ê ya Wanê destpê kir

Doza KCK’ê ya Wanê destpê kir

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û rêveberên BDP'ê jî di nav de 10 jê girtî 13 siyasetmedar tên darizandin di roja duyemîn de didome. Parêzerên tevlî rûniştinêbûn bertek nîşanî dozgeran dan û salona dadgehê terk kirin. Piştî navberê rûniştinê dîsa destpê kir.

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye 10 jê girtî 13 kes tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê di roja 2'emîn de destpê kir. Di 7'ê Hezîranê de di bin navê doza KCK'ê de li dijî şaredar û siyasetmedarên kurd ên Wanê operasyon hatibû lidarxistin û di operasyonê de Şaredar Bekir Kaya, Hevserokê BDP'a Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Cuneyt Canîş, Şarêdarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Serokê BDP'a Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP'a Elbakê yê berê Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Çardêranê Metîn Adugît, Serokê BDP'a Erdîşê yê erê Velî Avci û Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Halîs Çakir hatibûn girtin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Hevseroka BDP'ê ya Wanê Mihrîban Şah Şaredara Elbakê Hecer Sarıhan serbest hatibûn berdan.

Rûniştina dozê bi parastina parêzeran destpê kir. Parlamenterên BDP'ê Şardarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştinê de Prz. Mujde Tozbey Erden diyar kir ku, ev dozek dîrokî ye û li vir siyaset Kurd tê darizandin. Prz. Erden, anî ziman ku ev cewherê îdîanameya dozgere. Dozger jî bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, li vir niyeta wî tê niqaşkirin. Pişti vê yekê di navbera dozger û parêzeran de niqaş hat destpêkirin. Li ser vê yekê Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Tîmur bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, dadgeh ji aliyê dozger ve nayê birêvebirin û wiha got: "Dozger îdîaname amade kiriye û mafê me heye ku em bi her awayî li ser niqaş bikin. Prz. Cuneyt Canîş ku girtî tê darizandin jî bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha got: "Li vir niyeta me tê darizandin. Em dê her nirxandinan bikin." Şaredar Bekir Kaya jî anî ziman ku, hemû tiştên wan di lêpirsînê re derbaz bûye. Ew dê hemû nirxandinê bikin."

Piştî niqaşan parêzeran helwesta dozger şermezar kir û salon terk kirin. Piştî navberê rûniştinê disa dest pê kir.

LI DERVE JÎ PIŞTGIRIYA GIRSEYÎ DIDOME

Li ber deriyê girtîgehê (Dadgeha nû) polîs û hêzên çevîk bi toma û maşîneyên zirxî tedbîrên mezin stendine.

Girseya ku li ber deriyê dadgehê kon vekiriye, kom bûn û pankartên "Dest nede vîna min", "Girtiyên siyasî terkî mirinê nekin", "Serok Murat û Bekir vîna me ne, dest nedin vîna me" sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan gele, gel li vire” qîr dikin.