Doza KCK'ê ya sereke ya Amedê didome

Doza KCK'ê ya sereke ya Amedê didome

71'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê didome.

71'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.

Di rûniştinê de 31 girtî bi tevahî 32 siyasetmedar amade bûn. Gelek parêzer malbat amade bûn. Rûniştina dozê bi xwendina delîlên di derbarê Şaredarê Erxeneniyê Nadir Bîngol de didomin.