Doza Kazanhan didome

Li Cizîrê rûnîştina yekemîn a doza qetilkirina Nîhat Kazanhan li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê berdewam dike. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a polîsên bersûc li dadgehê amade bin, red kir.

Li Cizîrê rûnîştina yekemîn a doza qetilkirina Nîhat Kazanhan li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê berdewam dike. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a polîsên bersûc li dadgehê amade bin, red kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rûniştina doza yekemîn a qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî piştî navberek kurt berdewam kir. Heyeta dadgehê, daxwaza parêzeran a bila bersûcan bînin dadgehê di danîşînê de pirsan rasterast di rûyê wan de bipirsin, red kir. Piştre îdîanameya ji aliyê dozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hate amadekirin, hat xwendin. Piştre derbasî îfadedayîna bersûcan bû. Destpêkê bersûcê girtî M.N.G. bi rêya telekonferansê îfade da.

HEM BOMBEYA GAZÊ HEM JÎ GULE REŞAND!

Polîsê bi navê M.N.G. destnîşan kir ku wî ewil bi tifinga gazê bombeya gazê avêtiye û piştra çûye dest avêtiyê tifinga nêçirê û sê-çaran gulê berdaye hewa ku zarok bitirsin. M.N.G. diyar kir wî dît ku zarokek ketiye erdê û ciwanek hatiye ew biriye nexweşxaneyê. M.N.G., wiha îfade da: "Berî bûyer destpê bikin me bi zarokan re dendik dixwar. Piştre wan zarokan kevir avêtin me. Me ji bo kevir avêtina zarokan bi dawî bibe bombeyên gazê avêtin. Min tifinga bombeya gazê danî wesayita zirxî de û pişti demekê cardin ez çûm ku tifinga bombeya gazê bigirim. Lê min dest avêt tifinga nêçirê û min sê çar gule berdan. Min nezanî ew guleya min avêtî bûye sedama mirina Nîhat Kazanhan." Her wiha M.N.G. wextê dest bi îfadeya xwe kir diyar kir ku ew bi mirina Nîhat Kazanhan gelek xemgin e.

SEGBÎS XERA BÛ

Piştî M.N.G. îfadeya xwe da dadgeh derbasî pirsên parêzeran bû. Lê ji ber ku pergala SEGBÎS'ê pirsgirêk derxist û dengê bersûc M.N.G. nedihat parêzeran bersiva pirsên xwe nestandin. Ji ber ku dengê M.N.G. nehat, parêzeran bertek nîşanî heyeta dadgehê dan û diyar kirin ku divê polis werin dadgehê û daxwaza xwe ya "Bila polisên gumanbar bi zindî di dadgehê de amade bin" dubare kirin. Heyeta dadgehê, daxwaza parêzaran qebûl nekir û destnîşan kir ji ber li Cizîrê pirsgirêka ewlehî heye û şert û mercên Cizîrê cuda ne ew nikarin polisên bersûc bînin dadgehê.

DELîL BI AWAYEKÎ KOLEKTÎF HATIN REŞKIRIN

Dema rûniştin dewam dikir, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ji rojnamevanan re axivî got: "Ji berê ve di encama ku hêzên ewlekariyê zêde keyfî û hêzê bikar tînin pir mixabin zarok jiyana xwe ji dest didin.”

Elçî diyar kir ku di qetilkirina Kazanhan de ji destpêkê ve delîl tên reşkirin û hêzên gelemperiyê di nav hevkariyeke kolektîf de delîlan ji holê radikin.

SARIYILDIZ: EM ŞOPDARÊ DOZÊ NE

Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz di derketina edliyeyê de daxuyanî da rojnamevanan.

Sariyildiz anî ziman ku dema Nîhatê 12 salî hat qetilkirin Serokkomar, Serokwezîr, Wezîr û Walî înkar kirin û îdîa kirin ku polîs ne di nav de ye û got: "Paşê bi delîlên derket holê, polîs hatin tespîtkirin. Dema Nîhat hat kuştin, bi vî awayî 5 zarok di nav hefteyekê de li Cizîrê hatin kuştin. Wek partî em ê şopdarê vê dozê bin.”

...