Doza dîrokî ya KCK'ê taloqî sibê kirin

Doza dîrokî ya KCK'ê taloqî sibê kirin

56'emîn rûniştina doza dîrokî û sereke ya 110 jê girtî 175'ê siyasetmedarên Kurd ku di bin navê KCK'ê de tên darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Prz. Reyhan Yalçındag Baydemir bal kişand ser bêhiqûqiya dozê û anî ziman ku, bi vê dozê gel tê darizandin.

56'emîn rûniştina doza dîrokî û sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de îkameya delîlên sazûmankara BDP'ê Sara Aktaş hatin xwendin. Di îkameya delîlan de li ser kar û barên Aktaş yên BDP'ê û nivîsandina wê ya pirtûkan rawestiyan. Dîsa çandina daran jî wekî delîla sûç anîn pêşiya Aktaş. Aktaş parastin kir û hemû sûcdariyên derbarê xwe de red kir.

YALÇINDAG: ÎDÎANAME LI MIDÛRIYETA POLÎSAN HATE NIVÎSANDIN

Prz. Meral Daniş Beştaş parastin kir û anî ziman ku, çikilandina fînanan ne sûce û ger ku "KCK li Heskîfê xwedî derkeve nayê wê wateya ku ew jî Heskîfê neparêzin. Beştaş da zanîn ku, dixwazin her tiştî bi KCK'ê ve girêbidin û ger ku rastiyek hebe dê her tim biparêzin û lê xwedî derkevin.

Prz. Reyhan Yalçindag jî anî ziman ku, îdîaname hemû li dijî hiqûqê hatine amadekirin û piraniya wan li Midûriyeta polisan hatine amadekirin. Yalçindag destnîşan kir ku, ew delîlên ku wekî sûc tên binavkirin, bi hezaran kes tevlî wan çalakiyan bûne û ne sûcin û wiha got: "Bi vê darizandinê nirxên Tirkiyeyê tên darizandin. Gel û vîna gel tê darizandin. Girtî ji ber vê bêhiqûqîyê ketin gireva biçîbûnê. Ger ku ev bêhiqûqî bidome, dê gireva birçîbûnê jî bidome."

Rûniştina dozê taloqî sibê kirin.