Doza 17 siyasetmedarên Kurd taloqî 5’ê Adarê hat kirin

Doza 17 siyasetmedarên Kurd taloqî 5’ê Adarê hat kirin

Rûniştina 7 jê girtî ya 17 siyasetmedarên Kurd ên ku di 11'ê hezîrana 2012'an de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û hatin girtin li Wanê pêkhat.

Rûniştina 7 jê girtî ya 17 siyasetmedarên Kurd ên ku di 11'ê hezîrana 2012'an de li navenda Colemêrgê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin li 3'emîn Dadegeha Cezayên Giran ya Wanê pêkhat. Di rûniştinê de siyasetmedarên Kurd ên girtî Serokê Rêxistina BDP'ê yê wê demê M. Siddik Yildirim, rêveberên BDP'ê Seîd Gezer, Davetî Tan, Endamê Meclîsa Şaredariya Lokman Abî, Cemîl Akiş, Necman Oner û SeyfettînTemel amadebûn. Hinek siyasetmedarên Kurd ên bêyî girtî tên darizandin jî tevlî rûniştinêbûn. Piştî siyasetmedarên kurd û parêzerên wan parastin kir heyeta dadgehê navber da rûniştinê.

Piştî navberê rûniştin taloqî 5'ê Adarê hate kirin.

Heyeta dadgehê ji bo dozger mutaleya xwe amade bikin dosya radestî dozger kir.