Dosyaya Roboskiyê emanatê kujeran kir!

Dosyaya Roboskiyê emanatê kujeran kir!

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku lêpirsîna der barê komkujiya Roboskî ya ku di encamê de 34 zarok û ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, bi rê ve dibir, ji ber nivîsa “rayeya we tune ye” ya Wezareta Dadê ya Tirk, dosyayê ji dozgeriya leşkerî re şand.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, heta niha tu îfadeyên tu rayedarên leşkerî yên artêşa Tirk a ku komkujiy a Roboskiyê pêk anîn, nehatiye girtin. Dozgeriya Taybet a Amedê dosyayê ji dozgeriya leşkerî re şand.

Wezareta Dadê ya Tirk di nivîsa ji dozgeriya taybet re şand de got; “rayeya we tune ye.” Ji ber vê jî dozgeriya raye taybet a Amedê dosyayê ji dozgeriya leşkerî re şand.