Dixtorê Sîwerekê: Dîlan hatiye tecawiz kirin

Dixtorê Sîwerekê: Dîlan hatiye tecawiz kirin

Di 10'ê Îlonê de li gundê Xirbê Hestiyan yê navçeya Sîwereka Rihayê zaroka 3 salî Dîlan Bagdaş rastî tecawizê hat û jiyana xwe ji dest da. nîqaşên li ser vê didomin, hate diyarkirin ku di rapora destpêkê ya dixtoran de hate diyarkirin ku Dîlan rastî tecawizê hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Di 10'ê îlonê de zaroka 3 salî Dîlan Bagdaş li gundê Xirbê Hestiyan ê navçeya Sêweregê rastî tecawizê hat û jiyana xwe ji dest da. Lê medya tirk ev bûyer berovajî da û îdîa kir ku, "Morîk çûye qirka wê û jiyana xwe ji dest daye”. Kesek bi telefonê li 112'an geriya û diyar kir ku, zaroka 3 salî Dîlan Bagdaş li malê mirî hatiye dîtin. Piştî dixtorê Ocaxa tenduristiyê çû cihê bûyerê û muayîne kir dît ku Dîlana 3 salî rastî tecawizê hatiye û pişt re hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê, dixtorê ku navê xwe neda diyar kir ku, li ser bedena Dîlana 3 salî şopa lêdanê heye û vajîna wê birîn bûye. Dixtorê ku ji ber ewlehiya xwe nav û wêneyên xwe neda, anî ziman ku destpêkê ew çû cihê bûyerê û li ser bedana Dîlanê muayîne kir, Dixtor da zanîn ku, li ser bedana Dîlan û vajîna wê şopa tecawizê hebû û ji her alî xuya bû ku Dîlan piştî rastî tecawizê hatiye hatiye qetilkirin.

XIZMÊN WÊ XWEDÎ LÊ NE DERKETIN

Dixtor roja bûyerê wiha vegot: "Ez li Ocaxa tenduristiyê bûm. Telefon ji me re hat. Ez û hevalên xwe çûn cihê bûyerê. Destpêkê gotin morîk çûye qirikê. Gotin ambûlansê bişînin em nikarin mudaxele bikin. Pişt re em bi ambûlansê li gel koma xwe çûn gund. Dema em çûn gund, hevalên me yên dixtor mesaja dil kirin. Piştre me bi lezgîn Dîlan xist ambûlansê û ew anî Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. Li gel me tu xizm û malblata Dilan nehat nexweşxaneyê.

‘MIN RAPOR TESLÎMÎ CENDIRMEYAN KIR’

Dema min cilê Dîlan ji ser wê derxistin û tiştê ku min dit pir sosret bûn. Dema min li nabizên wê nerî min dît ku li herêma vAjîna (mîzî) nepixandin û birîn hebû. Pişt re min li qiriqa wê nerî, min dît ku reş û şîn bûye. Fikra ku rastî tecawizê hatiye hat hişê min. Li gel hemû mudaxEleyan me nekarîbû Dîlanê rizgar bikin. Pişt re me rapor amade kir. Min di raporê de diyar kir ku Dilan rastî tecawiza "oral seksê" hatiye. Pişt re min rapor teslîmî cendirmeyan kir.

WALÎ ÇIMA PIŞTÎ BÛYER KET ROJEVÊ DAXUYANÎ DA?

Waliyê Rihayê ku heta 2 rojan daxuyani neda, piştî bûyer ket rojevê 2 roj şûnde daxuyaniyek nivîskî da. Walîtiyê îdîa kir ku zaroka 3 salî Dilan rastî tecawizê nehatiye û piştî rapora otopsiyê teqez Dîlan bi morîkê jiyana xwe ji dest daye.