Endamê Komîteya Kêmar û Baweriyan a KCK’ê Serhat Amanos diyar kir ku yekemîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku di navbera 8-9’ê îlonê de li Amedê pêk hat di warê guherînên Rojhilata Navîn de destpêkek girîng e. Amanos da zanîn ku mijarên ku konferansê de hatine nîqaşkirin li gorî Îslamê ne û got divê îslam ji tekele dewletê bê derxistin û ragihand ku dê ev jî pêngaveke gelek girîng be. Amanos wiha got: “Ger wisa be dê Rojhilata navîn bigihêje mîsyona xwe. Ger ol ji bin tekela dewletê derkeve dê ji bikaranînê rizgar bibe û dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê jî bibe hêzeke gelek mezin.”
PIRSGIRÊK JI ÎSTÎSMARA ÎSLAMÊ ÇÊDIBIN
Serhat Amanos der barê Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku li Amedê pêk hat de nirxandin kir. Amanos da zanîn ku li erdnîgariya ku baweriya îslamê serdest e de beşeke mezin a şêniya heman baweriyê parve dike û ligel vê di nava dewletan de nakokiyên mezin pevçûnên mezin mijara gotinê ye. Amanos wiha pê de çû: “Dema ji derve mirov lê dinêrin mirov dibêjin qey ev ji ber îslamê diqewime. Bi taybetî ji aliyê rojava ve ev tê dîtin. Lê di rastiyê de ev ji îslamê naqewime. Ji civakên erdnîgariya îslamê û hem jî ji civakên îslamê yên civakên rojava pêk tê. Yanî ji îstîsmara îslamê diqewime.”
Amanos wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê erdnîgariyê di kîjan astê de îslam ketibe bin kontrola îslamê di wê astê de rê li ber pirsgirêkan vekiriye. Gelê kurd bi vê hewldana xwe di asta ku îslamê ji bin kontrola dewletê derbixe de dê pirsgirêk ji holê rabin. Gelê kurd tevgereke daye destpêkirin ku pirsgirêk ji îslamê pêk nayê, ji îstîsmarkirina îslamê pêk tê. Ev tevger li Rojhilata Navîn bi qasî tevgera reforma Ewropayê dê bandora xwe bikin. Çawa kul i Ewropayê bi pêngavên mezin îstîsmara olî ya li ser Xiristiyaniyê rabû û xiristiyanî hate parastin, dê ola îslamê jî ji bin kontrola dewletê derbikeve û ji mijara îstîmarê derbikeve. Piştî vê jî dê di alîyê hemû civakên îslamî de guherînên cidî pêk werin. Di vî warî de di alî civakên herêmî de dê di warê destpêka ronesansê û ronahiyê de girîng be. Hewcedariya ola îslamê bi tiştekî wisa heye.”
DÊ JI BO PIRSGIRÊKAN ÇARESERÎ PÊK WERE
Amanos wiha pê de çû: “Hinek hêmayên biyanî tevli îslamê kirine. Îslama rastî çiye, çi nîne. Ev bi rastî nayê fêmkirin. Mînak hinek diçin li ser navê îslamê komkujiyên mezin dike. îslam vê qebûl nake. Di îslamê de cihê vê tune. Mînak baweriyên din li ser navê îslamê êrîşê dikin. Cihê wan di îslamê de tune. Li ser van axên ku ezan tê xwestin, pirsgirêk, kuştin, nelêrîtî û kuştinên jinan heye. Tu eleqeya van bi îslamê tune. Ev ji îstîsmara îslamê pêk tê. Di asta ku ruyê îslamê yê rast bê nîqaşkirn û derkeve holê dê îslam wê demê pirsgirêkên civakê çareser bike.”
GER EM HEMÛ MISLIMAN BIN ÇIMA ÎRO ZILM LI ME TÊ KIRIN
Amanos wiha pê de çû: “Gelê kurd di vê nûkteyê de gihişt vê rastiyê. Ger em hemû misliman bin çima ev zilm li me tê kirin. Çima zimanê me tê qedexekirin. Çima mafê me yê perwerdê tune. Çima gelê kurd jî wekê gelên din ne xwedî mafê xwe ne. Ev pirs ji aliyê gelê kurd ve hatine pirsîn. Gelê kurd dizan ku polîtîkayên li ser wan pêk tên tu eleqeya wê bi îslamê tune. Mînak li ser vê axê tiştekî ku bila me bikişîne heye. Ev mijareke herî girîng ya kut ê nîqaşkirinê ye. di vê mijarê de dê hewldan hebin. Ev jî tê vê wateyê gelê kurd ji çareseriya îslamî re jî vekiriye.
DIVÊ TEVGERA RONAKBÎRIYÊ BÊ DESTPÊKIRIN
Serhat Amanos di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê nêzîkatiyên ku îslamê suîstîmal dikin bên cudakirin. Di vê warî de tiştên ku divê bên kirin ev ku divê tevgera ronakbîriyê cidî bê destpêkirin. Li her cihê li her civakê divê îslama rast bê nîşandan. Kesên dixwazin li dora baweriya îslamê ya rast jiyana xwe bimeşînin divê vê rast fêm bikin û bizanin.”