Dirûşima artêşa AKP’ê: Her tişt ji bo pere ye

Dirûşima artêşa AKP’ê: Her tişt ji bo pere ye

Endamên artêşa taybet a Tirk jib o her roja dikevin şer û pevçûnan pere digirin. Ji begleyên ku gerîlayên HPG’ê li ser cenazeyên leşkerên artêşa kirêgirtî ya li hemberî PKK’ê hatiye amadekirin, aşkere bû ku ev leşker her roj pere ji dewletê werdigirin. Li gor artêşa AKP'ê, slogana artêşa nijadperest a tirk a dibêje 'HER TIŞT JI BO WELAT' , cihê xwe ji bo slogana 'HER TIŞT JI BO PEREYAN' hiştiye.

Gerîlayên HPG'ê di şerê 22'ê Tebaxê de li şemzînanê 18 leşkerên kirêgirtî yên artêşa taybet a AKP'ê kuştibûn û li gel şek û alavên leşkerî, gelek belge jî ji ser wan rakiribûn. Ew belge careke dî nîşan didin ku artêşa kirêgirtî ya AKP'ê, ji bo pereyan, bi kirê li Kurdistanê şer dike û xwîna kurdan dirijîne.

Gerîlayên HPG'ê roja 22'ê Tebaxê di şerê li Şemzînanê de 18 leşkerên tirk kuştibûn û ji ser wan gelek çek û belgeyên balkêş bi dest xistibûn. Bi van belgeyan jî careke dî derkete holê, ku di şerê li Kurdistanê de leşkerên kirêgirtî têne bikaranîn.

Ji bordroyên maaş û agahdarkirinên bankayan derkete holê, ku leşkerên artêşa taybet a AKP'ê weke kirêgirtiyên bi mûçe û meaş dixebitin, pereyan digirin û her wiha ji bo kuştina kurdan bi pere û xelatên taybet têne xelatkirin. Di nava belgeyan de yên herî zêde balê dikêşîne ser xwe jî agahdariyên mûşe, ango meaş hene.

Li gorî Sîgortaya Anadolu ya Jiyanê, Karta Danasîna Sîgortaya Mehmetçîk a Jiyanê û belgeyên agahdarkirina heqdestê ya AK-BANKê, leşkerên kirêgirtî yên artêşa taybet a AKP'ê, li gorî saetê kirê distînin û ji bo her saeta tevlî şer dibin per digirin.

Li gor heman belgeyan, leşkerên artêşa taybet ên AKP'ê, li gor kêrhatina xwe têne xelatkirin û bertîl û xenîmeta şer distînin. Li gorî van belgeyan, eger leşker werin kuştin, yan jî seqet bimînin wê 22 hezar û 500 lîreyên Tirk bidin malbatên wan. Di belgeyên derbarê hesabên banqê yên çawîşên Pispor Îbrahîm Yildiz, Mehmet Suay û Huseyîn çetîn de agahiyên balkêş cih digirin.

Li gorî agahdarname, ango Bordroyên heqdest ên leşkerên kirêgirtî Îbrahîm Yildiz û Mehmet Suay, her endamekî artêşa taybet a AKP'ê hezar û 918 Lîreyên Tirk û 59 qurûşan werdigirin. Li gor hinek belgeyan jî, gelek leşkerên kirêgirtî bi awayekî ne fermî pere û muçe werdigrin.

Lewra di belgehên hinek leşkeran de jî beşa "hatinan" sifir e.. Ango mûçe û kirêya şer a di gire nediyare. Di belgeya li ser navê Fermandariya Dibistana Komando ya çiyayê Bolu û Navenda Perwerdehiyê de, endamtiya çawîşê Pispor Îbrahîm Yildiz a bankeya Oyakê nîne û di beşa kirê û mûçe de 'sifir' tê nivîsîn. Lê belê tevî vê yekê jî her roj pere li ser hesabê Yildiz razandine.

Ev belge jî nîşan dide ku leşkerên kirêgirtî, ji bo her saeta ku li dijî gerîlayên kurd şer dikin kirêya şer digrin. Bi van belgeyan dîsa derdikeve holê, ku armanc, xeyal û motîvasyona leşkerên kirêgirtî yên li Kurdistanê tenê pere ye.

Ango li Kurdistanê leşkerên kirêgirtî yên artêşa taybet a AKP'ê, ne ji bo alê, ne ji bo welat, û ne jî ji bo netewê şer dikin. Artêşa AKPê ya bi pere, di berdêla kirê de zarokên kurdan dikuje, ji bo pereyan şer dike û her ku şer dike pereyan digire.

Ji xwe tê zanîn ku bi sedan milyar pere li kirêya vê artêşê diçin û ev rewş gelê Tirkiyeyê her roj zêdetir ber bi xizaniyê ve dibe.

Li gor artêşa AKP'ê, slogana artêşa nijadperest a tirk a dibêje 'HER TIŞT JI BO WELAT' , cihê xwe ji bo slogana 'HER TIŞT JI BO PEREYAN' hiştiye. Yek ji belgeyên herî balkêş jî ya çawîşê Pispor Îbrahîm Yildize, ku di şerê Şemzînanê de hatiye kuştin.

Leşkerê kirêgirtî Yildiz, ji aliyê Fermandariya Hêzên Bejahî ve bi belgeya teqdîrê hatiye xelatkirin. Di belgeya teqdîrê ya bi îmzeya Ustteymen Suleyman Şîmşek de wiha dinvîse,

'Li herêma tevgerê ya hundirîn a 5. fermandariya Komando, xebatên operasyonel bi qehremanî pêk anî ye'.