'Dînê Dêrikê' Heval Bilind: Rêbertî wê azad bibe!
Heval Bilind li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gelekî navdar e...
Heval Bilind li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gelekî navdar e...
Heval Bilind li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gelekî navdar e. Dostên wî û mirovên hewl didin wî biparêzin gelek in. Lê ji ber kêfa wî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re tê, gelek kes hene ku dixwazin zerarê bidin wî. Lê ew li kesên hewl didin wî biparêzin û jê re dibêjin "Heval Bilind bi şev dernekeve derve" guhdarî nake: "Tiştek bi min nayê. Canekî min heye, bila ew jî fedayê Rêbertî be."
Em rojeke cejnê te em lê rast tên.
Li Dêrikê, em mêvanê malbatek ji sê kesî ne. Cûma ji şaneşînê bang li hevjîna xwe dike: "Ayten, Ayten, Heval Bilind tê." Ayten jî dibêje "Bang lê bike, bila were çayeke me vexwe."
Piştî ku Heval Bilind dikeve nava malê Ayten dipirse: "Hevalê Bilind te dîsa heman kinc li xwe kir? Te çima kincê xwe yê ji bo cejnê li xwe nekir?"
Heval Bilind jî tecrîdê bibîr dixîne û dibêje, di nava van şert û mercan de pêwîstî pê nîne ku kincên xwe yên ji bo cejnê li xwe bikim. Û piştre rûdinê.
Dest bi henekan dike û dibêje, "Berî niha bi demekê meşek pêk hat. Wellehî hemû dînên me yên Dêrikê li hev civiyabûn."
JI ZAROKATIYA XWE VE HEZ JI OCALAN DIKE
Heval Bilind weke yek ji "Dînên Dêrikê" tê naskirin, lê gelekî jîr û baqil e. Gelek xweş teqlîdan dike û distirê. Yekî gelekî bi huner e û tê hezkirin.
Cûma û Heval Bilind ji Dêrikê ne û 34 salî ne. Di dibistanên seretayî û navîn de bi hev re li heman polê xwendin. Cûma dibêje Heval Bilind ji zarokatiya xwe ve hez ji Rêberê Gelê Kurd û PKK'ê dike. Ez jî ji Heval Bilind pirsa 'Te çawa Rêbertî nas kir?' dikim. Ew jî dibêje 'Rêbertî hat Lubnanê, ez jî çûm cem wî.' Ez ji Cûma dipirsim, ku ev rast e, yan jî xeyal e? Ew jî dibêje, "Pêkane ku rast be. Ji ber ku, dema Rêbertî hat Lubnanê gelê me yê Rojava ji bo dîtina wî, diherikî wê derê. Em jî çûn. Dibe ku ew jî bi gel re hatibe. Em hingî 9 salî bûn."
'BILA BAVÊ MIN BIBE QURBAN JI RÊBERTÎ RE'
Lê dibêje, di nava malbata Heval Bilind de ti kes welatparêz nîne, bi tenê Heval Bilind ji nava wan derketiye. Heval Bilind dibêje, bavê wî nêzî YNK'ê ye. Heval Bilind tevlî diyalogê dibe û dibêje, "Bila bavê min bibe qurbanê Rêbertî" û dest bi ken dike.
BERSIVA DA MAMOSTEYÊ PDK'YÎ
Cûma qala çîroka Hevalê Bilind ku hevalê wî yê zarokatiyê ye, dike. Dide zanîn, ku ji ber hez ji Ocalan û PKK'ê dike, PDK'yî û mirovên rejîma Baasê li wî didin û wiha dewam dike: "Hê di dibistana seretayî de mamosteyekî me yê PDK'yî hebû. Rojekê Hevalê Bilind rakir û bi hişkî bi guhê wî girt. Jê re got, 'Tu yê bêje Barzanî Serokê me ye, Apo di binê lingê me de ye'. Hevalê Bilind tiştek negot. Xwe ji destê wî rizgar kir, got 'Bijî Serok Apo' û ji sinifê derket.
CIHÊ PKK'YIYAN NÎŞAN DIDE
Cûma her wiha dibêje, di dema rejîmê de Kurdekî zilamê rejîmê, Heval Bilind digire, bi lêdanê wî dixe nava wesayîtê û jê re dibêje 'Apoyî li ku ne, tu yê cihê wan nîşan bide'. Cûma wiha dewam dike: "Lê Hevalê Bilind ew bir sînorê Cûdî. Mêrik jê re got, 'Baş e, ew li ku ne?' Heval Bilind jî Çiyayê Cûdî nîşanî wî dide û dibêje 'Binêre li wir in. Eger ji te tê biçe û derkeve pêşiya wan."
'RÊBERTÎ WÊ JI SEDÎ SED AZAD BIBE'
Heval Bilind di destpêka Şoreşa Rojava de cihê xwe di nava serhildanan de girt. Îro jî her roj saziyeke şoreşê ziyaret dike. Li saziyan bi mirovan re sohbetê dike. Cûma dema qala Heval Bilind dike ji nişka ve xemgîn dibe û dibêje "Heval jê re dibêjin 'Hevalê Bilind bi şev dernekeve derve'. Lê ew jî ji wan re dibêje 'Tişt bi min nayê'. Ji bo sedema vê jî dibêje, "Hevalên jin ez rizgar kirin. Mirovên ji Rêbertî hez nakin benzîn bi ser min ve rijandibûn û xwestibûn min bişewitînin. Hevalên in bi tesadufî di wir re derbs dibûn û ez rizgar kirin. Tiştek bi min nayê. Tenê canekî min heye, bila ew jî fedayê Rêbertî be."
Piştî demekê xeyaleke xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vedibêje: "Xwezî min bixin nava kîseyî, bavêjin nava avê û av min biherikîne Îmraliyê. Ji nişka ve Rêbertî derkeve pêşiya min û ji yên li cem xwe pirsa 'Ev ne Hevalê me yê Bilind e?' bipirse. Dûre min hembêz bike... Bêje tu bi xêr hatiye Heval Bilind."
Heval Bilind dibêje "Rêbertî wê ji sedî sed azad bibe" û xatir dixwazew, ji malê derdikeve.