Dîmenên qereqola Licê ya ku ket destê gerîlayan..

Dîmenên qereqola Licê ya ku ket destê gerîlayan..

Dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê di 14’ê îlonê de li navçeya Licê ya Amedê li dijî Qereqola Cendirmeyan a Girê li dar xistin, di Gerîlla TV de hate weşandin.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 14’ê Îlonê li navçeya Licê ya Amedê pêk anî de herî kêm 25 leşker hatin kuştin û tu wendahiyên gerîlayan çênebûne. Di dîmenên di Gerîlla TV de hate weşandin de dengê gerîlayan tê.



Di dîmenan de tê dîtin ku dûman ji qereqolê radibe, hemû çeper ketin destê gerîlayan, û leşkeran bersiv nadin çalakiya gerîlayan. Her wiha di dîmenan de dixuyê ku di deqeya çaremîn de pêt ji qereqolê radibe û hemû çeper û qereqol ketine destê gerîlayan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiyê de herî kêm 25 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker birîndar bûn.

Her çendî di dîmenan de dixuyê ku qereqol ketiye destê gerîlayan, rayedarên Tirk îdîa kirin ku tenê leşkere birîndar bûye.