Dîmenên 'Kalekola' di 5 deqeyan de ket destê gerîlayan
Dîmenên 'Kalekola' di 5 deqeyan de ket destê gerîlayan
ANF
Navenda Nûçeyan
în, 21 rezberê 2012, 13:30
HPG’ê dîmenên çalakiya gerîlayan a li hemberî Kalekola (qereqolên bi modela nû ya teknîkê hatine avakirin) Cendirmeyan a Harûnayê weşand. Dîmenên hatin weşandin daxuyaniyên dewleta Tirk ên derbar çalakiya li dijî Kalekola Harûnayê de diderewîne. Komek gerîla li wesayîtekê siwar dibin û dikevin kalekolê, di demek kin de kalekolê dixin destê xwe û leşker nikarin bersivê bidin gerîlayan.
Gerîlayên HPG’ê di 14’ê îlonê di saetên rojê de (15.00) li dijî Kalekola Harûna ya girêdayî Tabûra Garê ya di navbera navçeyên Gever û Şemizînan ên Colemêrgê de çalakiyek bi bandor li dar xistibûn. Li gorî HPG’ê herî kêm 60 leşker hatin kuştin. Dîmenên çalakiya gerîlayan di Nûçe TV de hatin weşandin.
Di encama vê çalakiyê de 3 jê jin, 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li Navenda Çapemenî-Ragihnadina HPG’ê; gerîa di 5 deqeyan de kontrola kalekolê xistin destê xwe. Di çalakiyê de nizamiye, kulubeyên nobetê yên kalekolê, yekîneya leşkerî ya ku ji operasyonê hatibû amadekirin, du tank û panzerek ji aliyê gerîlayan ve hat rûxandin û wesayîtek akrep jî derbe xwar.
Her wiha gerîlayan derbe li karwanê leşkerî ya ji qereqola Dûrê dihat û ji wesayîtên zirxî pêk dihat û dixwest mudaxeleyê çalakiya gerîlayan bike xistin; gerîlayan derbe li helîkoptera dixwest leşker li bejahiya gundên Tûyê û Qolayê jî deyne xistin.
Di dîmenên hatin weşandin de, îdîaya çapemeniya Tirk a bi awayê “Beriya wesayît bikeve qereqolê, tê îmhakirin” diderewîne. Ji dîmenan tê dîtin ku gerîla li ber nizamiyeya kalekolê peya dibin û dibezin baxçeyê kalekolê.
Wesayît bi lez hinek ji cihê çalakiyê dûr dikeve. Gerîlayê wesayîtê diajo jî wesayîtê park dike û tevlî çalakiyê dibe. Dîmenên operasyonên gerîlayan ên li hemberî kalekolê, bîlançoya wendahiyên artêşa Tirk a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate aşkerekirin jî derewîn derdixe. Dewleta Tirk da diyarkirin ku di çalakiyê de cerdevanek mir û 9 leşker birîndar bûn. Lê gerîla dikevin hundirê qereqolê û teqînên mezin di qereqolê de pêk tên.
Baskê yekem ê çalakiyê di nava deqeyekê de xwe digihîne avahiya kalekolê. Bi heman awayî gerîla ji sê baksan ve dikevin tevgerê. Gerîla bi çekên nîv otomatîk û tam otomatîk, çekên lûledirêj li kalekolê dixin; di çalakiyê de; gerîla di hundirê qereqolê de bi bombe, roketavêjên B7 û çekên ferdî, di hundirê kalekolê dixin.
Di vê kêliyê de tê dîtin ku leşkerên Tirk tu bersivê nade çalakiya gerîlayan. Di nava 5 deqeyan de kalekol bi temamî dikeve destê gerîlayan. Di dema çalakiyê de wesayîtên zirxî yên di kalekolê de jî ji cihê xwe nalivin. Gerîla di avhaiya kalekolê de dikevin gazînoya leşkerî û qawişan jî û bi roketavêjên B7 û bombeyan lê dixin. Di encamê de du tank û panzerek tê rûxandin, wesayîta akrep jî derbe dixwe. Bi qasî nîv seatê kalekol bi temamî destê gerîlayan de dimîne û piştre ji kalekolê vedikişin.