Li Amedê welatiyê bi navê Ozgur Arda ji aliyê polîsan ve hate kuştin û piştî bûyerê dîmenên di kameraya ewlehiyê de hatine qeydkirin înfaza bê daraz piştrast dike. di dîmenan de tê dîtin ku pevçûnek pêk nehatiye û polîs ji navbereke pir kurt hewl dide Arda bigire.
Li Amedê di 17’ê Tîrmehê de Nurhat Çartayê 18 salî bi hinceta ku polîs gotiye bisekine û nesekiye hate kuştin. Der barê wan polîsên ku Çantay kuştin de tu lêpirsîn nehat vekirin. Polîs 5 meh şûnde dîsa bi heman awayî li Amedê buyer dubare kir. Li navçeya Sûrê ya Amedê li taxa Alîpaşa di 22’ê kanûnê de saet di 19.45’an ciwanê bi navê Ozgur Arda (30) bi guleya polîsan hat kuştin. Piştî Arda jiyana xwe ji dest da çapameniya tirk îdia kirin ku Arda ji girtîgehê firar kiriye û pevçûnê de jiyana xw ji dest daye. Lê şahidên bûyerê yê bi navê A. O ku ligel Arda bû wiha got: “Min û Arda beriya bûyerê li taxê sohbet dikir. Polîs hat cem me û nasname pirsî. Ozgur got nasnameya min l imale. Di wê demê de Ozgur reviya malê. Polîs tu tiştek negot û gule lê barand. Me got belkî gule berdane hewayê. Piştre me dît ku gule li Ozgur barandine.”
Ajansa nûçeyan a DÎHA’yê xwe gihand dîmenên ku beriya Arda bê kuştin û li gorî DÎHA’yê dema buyer diqewime Arda bi polîsan re pev neçûne û polîs bi 5 metre navber didin pey Arda.
Hinek weşandan îdia kir ku Arda bi polîsan re ketiye pevçûnê û jiyana xw eji dest daye. Lê di dîmenan de tê dîtin kul i herêmê pevçûn neqewimiye û di destê Arda de çek tuneye.
Piştî ku polîs didin pey Arda , Polis û Arda ji dîmenan derbas dibin û 8 deqe şûnde du wesayîtên zirxî tên herêmê.