Dilê me bi HDP'ê re ye - Asya Abdullah
"Ez jî wekî Hevseroka PYD’ê ji ber xisletên wê yên demokratîk û azadîxwaz dibêjim ku ez bi HDP’ê re me. Dibêjim ku serketina HDP’ê wê were wateya tacîdarkirina Şoreşa Rojava jî."
"Ez jî wekî Hevseroka PYD’ê ji ber xisletên wê yên demokratîk û azadîxwaz dibêjim ku ez bi HDP’ê re me. Dibêjim ku serketina HDP’ê wê were wateya tacîdarkirina Şoreşa Rojava jî."
Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên ku ew ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk werin re êdî rojên bi jimar mane. Ev hilbijartin û encamên wê wê li ser çarenûsa gelan, rejîma Tirkiyeyê bandorên xwe hebin. Helbet wê ev bandor li ser çarenûsa herêmê ango Rojhilata Navîn jî xwe bide hîskirin. Heta hin derdor dibêjin ku ev hilbijartin di dîroka komara Tirkiyeyê de hilbijartina herî girîng û krîtîk e. Girîng e; ji ber ku li aliyekî partiyeke bi navê HDP’ê heye û di bin sîwana xwe de cih daye hemû pêkhateyên civakê. Ji ber ku hemû pêkhate bi ziman, nasname, bîr û baweriyên xwe bi saya HDP’ê dikarin ji xwe re di nav siyaseta Tirkiyeyê de ji xwe re cihekî çêbikin. Helbet siyaseta ku em behsa wê dikin siyaseta demokratîk e û bi saya HDP’ê dê ev yek pêş bikeve.
Krîtîk e; ji ber ku AKP ji bo tehkîmkirina selteneta xwe dixwaze pergala parlamenter jî ji holê rake û li ser çarenûsa gelan bibe xwedî gotina tekane. Krîtîk e; ji ber ku partiyên din ên pergalê; CHP, MHP û yên din dixwazin statukoya heyî ya înkara li ser gelan nemaze jî li ser gelê kurd bidomînin. Gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî divê bi vê zanebûnê biçin ser sindoqan û hisab ji înkarger û dîktatoran bixwazin. Ji niha ve li gorî anketên û temayulan xuya ye ku HDP bi rêjeyeke zêde benda antîdemokratîk a hilbijartinan derbas dike. Lê lazim e ku civak li gorî van anket û jêpirsînan nekeve nav rehawetê. Heta encam bi awayekî fermî neyên aşkerakirin divê ku xwedî li îradeya xwe, xwedî li dengê xwe derkeve. Dê bi saya vê xwedîderketinê diz nikaribin topizên xwe li serê gel bidin.
Li aliyê din her wekî hûn jî dişopînin Rojhilata Navîn veguheriye qada şer. Desthilatdariyên berê yek bi yek rûxiyan, dirûxin. Li şûna wan muxalefeta ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê destekkirin ji derdên gel re nabin derman û dîktatorên nû tên afirandin. Xeta sêyemîn a bi fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêş ketiye wekî bêndergeheke bi aram hêviyê dide gelan. Li Rojava me di milê leşkerî de nîşanî hemû hêzên tarî, hêzên hevkar, hêzên ku digotin; “Kobanê ha ket, ha dikeve” da ku Rojavaya ku serî li ber dîktaroran netewandî wê li ber dîktatorên nû jî netewîne. Îcar li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî serketina HDP’ê wê bibe bersiveke xurt a gelan ji bo hêzên gelan înkar û qir dikin.
Jinên rojavayî, jinên ji Kobanê di eniyên şer de, di qada civakî, siyasî û çandî de li Rojava pêşengiya şoreşa sedsala 21’an a gelan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê jinên li bakurê Kurdistan û Tirkieyeyî ji bi serfiraziyeke mezin ala demokrasî û azadiyê ji destên zilaman bigirin û ew ê li ba bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê HDP bi saya jin û ciwanan derî li jiyaneke nû veke. Ez jî wekî Hevseroka PYD’ê ji ber xisletên wê yên demokratîk û azadîxwaz dibêjim ku ez bi HDP’ê re me. Dibêjim ku serketina HDP’ê wê were wateya tacîdarkirina Şoreşa Rojava jî.
Çavkanî: Azadiya Welat