Dikandarên Geverê derabeyên xwe nevekirin

Dikandarên Geverê derabeyên xwe nevekirin

Esnafên Geverê ji ber teqîna şevê din ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin dikanên xwe girtin. Komên ku li kolanan civîyan rê li tarfîkê girtin û çalakî pêk anîn. Di nava polîs û ciwanan de pevçûn derket.

Şevê din di demjimêr 01.00'an de li taxa Ormanê ya naçveya Geverê ya Colemêrgê teqînekî sedema wê nehat zanîn pêk hat û di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Welatiyên taxa Ormanê serê sibê rastî perçeyên cenazeyên kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest da hatin û şoq bûn. Piştî teqînê esnafên Geverê ji bo teqînê şermezar bike dikanên xwe girtin û çalakî pêk anîn. Esnaf û welatiyên ku li ser kolanan kom bûn çalakî pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Piştî komê çalakî pêk anîn, polîsan li hin cihan êrîş kirin û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin. Li navçeyê rageşî didome.