Dîcle: Rêya rast, azadiya Birêz Ocalan jî di nav de vegera li maseya muzakereyê ye

"Belê em ê rêya rast nîşan bidin. Rêya rast, azadiya birêz Ocalan jî di nav de vegera maseya muzakereyê û destpêkirina pêvajoya agirbestê ya xurtkirî ye."

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle bang li hikûmetê kir û wiha got: "Ev salek e hûn welat ber bi xirabûnê ve dibin, dest ji vê yekê berdin. Êdî em di gotina aştiyê de zehmetiyê dikişînin. Ez ditirsim ku piştî demeke gelê me êdî dest ji vê jî berde. Gelê Kurd ne pez in. Belê em ê rêya rast nîşan bidin. Rêya rast, azadiya birêz Ocalan jî di nav de vegera maseya muzakereyê û destpêkirina pêvajoya agirbestê ya xurtkirî ye."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Yekemîn Civata xwe ya Awarte li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê berdewam dike. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di kongreyê de axivî. Hin xalên ku Dîcle di axaftina xwe de anî ziman wiha ne:

"Hevalên hêja em hemû di rojnameyan de, televîzyonan de bi awayeke zindî dibînin ku Rojhilata Navîn û Kurdistan çawa di nava xwînê de ye. Ev bela ji ber çi tên bêyî ku zêde dema we bigirim dixwazim bi kurtasî li ser dîrokê rawestim.

GELÊ KURD BÊ STATU HATE HIŞTIN

Beriya 100 salan Rojhilata Navîn rastî êrîşa Fransa. Îngilîstan, Rûsya hat. Peymana Sykes Picot hatibû kirin. Piştî Şoreşa Cotmehê Lenîn ev peymanên veşartî deşîfre kiribû. Dixwastin hemû meylên faşîst û otorîter di netew-dewletên li Rojhilata Navîn de pêk bînin. Dema ku netewe dewlet dihatin avakirin hinek aliyên wan ên demokratîk hebûn, lê piştre veguherîn desthilatdariyê û faşîzmê. Zirara herî mezin jî gelê Kurd dît. Ji bilî qatlîamên fîzîkî, îradeya wî hate parçekirin, ketin bin dagirkeriya 4 netewe dewletan. Bê statu hatin hiştin. Lê, gelê Kurd ti caran ev yek qebûl nekir.

JI BO HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BANGAWAZÎ

Ligel ku li başûrê Kurdistanê pirsgirêk heye jî bûye xwedî statuyekê. Li Rojava hê nemisoger be jî statuyek heye. Em ji vir îlana ku li Rojava hate kirin silav dikin. Di heman rojê girtina Deriyê Sînor ê Sêmelkayê wekî fetisandina statuya Kurdan a nû ku ji aliyê hikûmeta Başûr ve ji bo Kurdan bûye tiştekî ne baş. Em ji vir dixwazin bangawaziyekî bikin; vê biryara xwe li ber çavan derbas bikin. Ev biryara ku gelê Kurd li hemberî gelên cihanê dixe zehmetiyê ji holê rakin. 

MODELA OCALAN A NETEWEYA DEMOKRATÎK

Îro derketiye holê ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi netewe dewletan ve aramî nabe. Di Şerê Duyemîn ê Cihanê de serobinbûnek çêbû, binêrin netewe dewlet, kapîtalîzm li cografyaya me derket holê. Me 3 salan parastina vê sîstemê kir, gotin faşîzm li vir derket holê ji ber vê em vî diterikînin û li ser vê jî Yekîtiya Ewropayê ava kirin. Heke Ewropa îro rastî êrîşekî ji derve neyê, gihîştiye demokratîkbûna ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Heke em dibêjin ev hêza ku netewe dewlet aniye Rojhilata Navîn îro ji dîrokê ders derxin divê bibîne netewe dewlet çi tişt e. Birêz Ocalan ji dîrokê ders derxist û Modela Neteweya Demokratîk danî holê. Bi hewldaneke mezin ji bo ku ev Şerê Sêyemîn ê Cihanê ya li Rojhilata Navîn pêk tê bandorê li Tirkiye û Kurdistanê neke da. 

MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ NEXŞERÊYEKE DÎROKÎ BÛ

Mutabaqata Dolmabahçeyê nexşeriyeke dîrokî bû. Ev wê tenê pirsgirêka Kurd çareser neke pirsgirêkên hemû derûdoran ên kêmaran, oldaran, Elewiyan wê çareser bikira, bi vê perspektîfê hatibû amadekirin. Lê, ji aliyê AKP û Serokkomar ve ev mase hate xirakirin. Bi vî rengî ji bo ku rewşa xirab a Rojhilata Navîn, Kurdistanê jî bigire nava xwe wekî ku tetîk kişandin. Ev feraset berdewama feraseta Îtihat Terakiyê ye. Qirkirina ku li dijî Ermen û Suryanan pêk hat îro li dijî Kurdan pêk tê. Ji ber vê yekê jî em bi rewşeke pir cidî re rû bi rû ne. Bi kurkirina şer re tê xwestin qatlîam pêk bê. Îro bi biryara desteserkirina Sûrê ve tê xwestin hefizeya me tune bikin, bê nasname bikin.

Em bêyî ku cudakariya siyasî bikin bang li Amedê dikin, em vî nîqaş bikin. Em wekî gelê Amedê pêşiya vî yekê bigirin. Heke îro vî yekê pêk bînin wê bibin qirkirina Kurdistanê. Em bang li rayedaran dikin; Ev salek e hûn welat ber bi xirabûnê ve dibin, dest ji vê yekê berdin. Êdî em di gotina aştiyê de zehmetiyê dikişînin. Ez ditirsim ku piştî demeke gelê me êdî dev ji vê jî berde. Gelê Kurd ne pez in. Belê em ê rêya rast nîşan bidin. rêya rast, azadiya birêz Ocalan jî di nav de vegera maseya muzakereyê û destpêkirina pêvajoya agirbestê ya xurtkirî ye. Heke em vê yekê pêk neynin wê sibehê dereng be."