Îqameyên delîl ên der barê Hatîp Dîcle yê ku parlementeriya wî hate xespkirin û di çarçoveya doza KCK’ê de hatiye girtin qediya. Di îdîanameyê de hate îdîakirin ku Dîcle di sala 1993 de ji bo perwerdeya rêxistinî werbigire çûye Qendîlê. Dîcle di dadgehê de parastina xwe bi Kurdî kir û got; “Ez di sala 1993 de parlementer bûm. Rehmetî Tûrgût Ozal ji bo pêkhatina agirbestê em şandin Libnanê cem Birêz Ocalan. Rojek piştî em çûn Libnanê Ozal hate kuştin."
Di 59’emîn rûniştina doza KCK’ê ya li Amedê pêk hat de beşa îdîanameyê ya der barê Parlementerê berê yê DEP’ê û Hevserokê berê yê KCD’ê Hatîp Dîcle de hate xwendin. Di nava çalakiyên ku Dîcle beşdar bûn de û weke “ne qanûnî” hatin binavkirin de merasima ji bo cenazeyê Nivîskarê Kurd Mehmet Ûzûn , Meşa Çareseriya Dmeokratîk, çalakiya salvegera komkujiya Koşûyoluyê, Newroz, merasima pêşwazîkirina koma aşitiya ya di 200 de pêk hat û Mirhîcana Çandn û Hunerê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin.
OZAL EM ŞANDIN LIBNANÊ
Her wiha, di rûniştina dozê de delîlên hawira dijîtal jî hatine xwendin. Di îdîanameyê de tê diyarkirin ku DÎHA’yê 14 saet beriya girtina Dîcle re “pirsên pesnê Ocalan didin hatine şandin û Dîcle jî bi heman awayî bersivandiye. Ev nûçeya ji ANF’ê hate weşandin, weke delîla suc hate destnîşankirin. Her wiha hat îdîakirin ku Dîcle di 16’ê nîsana 1993 de Dîcle ji bo perwerdeya rêxistinî çûye Qendîlê
Dîcle di dadgehê de parastina xwe bi Kurdî kir û got; “Ez di sala 1993 de parlementer bûm. Rehmetî Tûrgût Ozal ji bo pêkhatina agirbestê em şandin Libnanê cem Birêz Ocalan. Rojek piştî em çûn Libnanê Ozal hate kuştin." Parêzerê Dîcle, Fethî Gumuşt da zanîn ku Dîcle ne girtiyek ji rêzê ye
Rûniştina doza piştî vê taloqê 8’ê cotmehê hate kirin.