Dibistan Seretayî ya Ferzad Kemanger hate mohrkirin
Li Amedê Dibistana Seretayîa ya Ferzad Kemanger ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê dihate dîtin, bi biryara Waltiya Amedê hate mohrkirin.
Li Amedê Dibistana Seretayîa ya Ferzad Kemanger ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê dihate dîtin, bi biryara Waltiya Amedê hate mohrkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi kurdî perwerdehiyê dide zarokên temenê wan di navbera 5-11 salî de hat mohrkirin. Mufetîşên ku roja Çarşemê hatibûn dibistanê û dest bi lêkolînê kiribûn raporek amadekiribûn. Di raporê de wiha hate îdiakirin: “Li dijî mewzûat û rêziknameya Perewerdehiya Mîlî perwerdehî tê dayîn.” Li ser vê raporê Miduriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Amedê, bi daxwaza dibistan bê mohrkirin serî lê Walîtiya Amedê da. Walîtî jî biryara girtina dibistanê da.
Ji ber rojaYeklemê ti kes li dibistanê tine bûn, polîs bi wesayîtên zirxî hatin dibistanê, deriyê dibistanê mohrkirin.
Dibistana Seretayî ya Ferzad kemanger di sala 2013’an de hatibû vekirin. Di pola duyemîn de 50, di ya yekemîn de 60 û di ya 3’yemîn de jî 63 xwendekar hene. Her wiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitin.