Hejmara kesên ku di teqîna duh li bajarê Qamişlo pêk hat de jiyana xwe ji dest dane derket 6’an. Kesên jiyana xwe ji dest dane 5 leşker û polîs, yek jî sivîl e.
Hejmara kesên ku duh di teqîna li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li herêma ku avahiyên îstîxbarat, leşkerî û polîsan ên rejîma Suriyeyê têde pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, gihişt 6’an. Hate hînbûn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane yê sivîl kurdê bi navê Ebas Elî ku di dema teqînê de di wir de derbas dibû ye. 5 kesên din jî polîsên bi navê Ramazan Hisên Xenam,Yasir Xelef û leşkerên bi navê Mecîd Xedur, Ehmed Îsa û Yusuf Nasif e.
Hejmara birîndaran jî wekî 90 kes hate diyarkirin. Birîndar ku rewşa 7’an giran e, li nexweşxaneyê Razî, Selam, Nur, Kelîmê û Wetanî têne dermankirin.
Li aliyê din Artêşa Azad bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşa bombeyî wan pêk aniye