Li navçeya Gever ya Colemêrgê di encama teqînekê de du kesên ku hêjan nasnameya wan aşkera nebûyî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine girtin, duh nîva şevê li taxa Orman teqînekê rû da. Rûniştvanên taxê piştî teqînê çûn cihê bûyerê û du termên perçe perçebûyîn dîtin. Termên ku perçe perçebûyîn ji aliyê polîsan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Qeymeqamê Geverê Yasîn Tîkdag diyarkir ku, di bûyerê de du kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha îdîakir ku, dibe kesên mirine dema xwestine bombeyê bicih bikin bombe di destê wan de teqiya be.