Di encama teqîna li navenda Dêrsimê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de pêk hat de, li gorî agahiyên destpêkê 6 jê leşker, 7 kes mirin.
Îro saet di 18.00 de li taxa Ataturk a navenda Dêrsimê teqînek mezin rû da. Di encama teqînê de 6 jê leşker bi giştî 7 kes mirin. Hate zanîn kesa sêyemîn jinek û hevserê wê jî bi giranî birîndar bû.
Piştî teqînê kuştî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û gelek ambulans û polîs veguhestin cihê bûyerê. Bi piştgiriya helîkopteran operasyon hate destpêkirin.
Walîtiyê aşkere kir ku di encama teqînê de 7 kes mirine, lê belê nasnameyên wanaşkere nekir.