Di teqîna li Çewlikê de herî kêm leşkerek mir, 48 birîndar bûn

Di teqîna li Çewlikê de herî kêm leşkerek mir, 48 birîndar bûn

Li ser 16’mîn kîlometereya ya rêya navbera Çewlik-Mûşê gêrîlayên HPG’ê li dijî karwana leşkerî êrîşek bombeyî pêkhat, di êrîşê de herî kêm leşkerek mir, 48 jî birîndar bûn. Tê ragihandin ku, hêjmara miriyan zêdetire.

Li gorî agahiyên hatine girtin, di demjimêr 12.45’an de li herêma Onbînevler ya ser rêya Çewlik-Mûşê gêrîlayên HPG’ê li dijî otobusa leşker têdebûn êrîş pêkanî.

Tê ragihandin ku, êrîş bi roket avêj û çekên lûle dirêj hatiye kirin. Di êrîşê de herî kêm leşkerek mir, 48 jî birîndar bûn.

Waliyê Çewlikê Mustefa Hakan Guvençer da diyarkirin ku, li dijî karwana leşkerî êrîşa biroket pêkhatiye û got; “Yek ji leşkerên birîndar yên rakirin Nexweşxaneyê şehîd ket, 48 jî birîndarên me hene. Agahiyên ku ji min re hatin, li cihê bûyerê şehîd hene, lê belê di derbarê hêjmara wan de agahiya min tuneye.”

Piştî agir otobus bi giştî şewitî, hate ragihandin ku, 4 leşkerên birîndar ji aliyê gundiyên derdor ve rakirine nexweşaneyan.

Piştî êrîşê li herêmê dengê çekan bilind bû. Hate diyarkirn ku, hêjmarek zêde ambûlans sewqî cihê bûyerê kirin.