Tevgera tîmên taybet di ser mala Şaredarê Elkê Yûsûf Temel de girtin, her wiha nûçegihanê DÎHA’yê Delîl Temel û Cengîz Oglagi yê nûçe dişopandin hatin binçavkirin.
Di demjimêrên şevê de di ser mala Şaredarê Elkê Yûsûf Temel de girtin. Di mal de kes nebû hate hînbûn ku, tîmên taybet derî şikandin û ketin hundir. Nehat hînbûn ku, ji ber çi sedemê di ser malê de girtine, lêgerîna tîmên taybet yên li malê didome.
Di vê navberê de nûçegihanên DÎHA’yê Delîl Temel û Cengîz Oglagi yên li navçeyê bûn, çûn Taxa Dagdîbî ya mala Temel lê ye. Tevgera tîmên taybet yên derdora malê girtibûn, nûçegihanên DÎHA’yê Temel û Oglagi binçavkirin. Dest danîn ser computer, kamera û makîneyên wêne yên nûçegihana, her wiha nehat hînbûn ku çima hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku, Temel û Oglagi yên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê.