ÎHD, TÎHV, TTB, MAZLÛMDER û Baroya Amedê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapmeniyê. Li ser navê saziyan Sekreterê Şaxa MAZLUMDER'ê Nurettîn Bozkurt daxuyanî xwend û diyar kir ku di sala 2012'yan li girtîgehên Tirkiyeyê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 14 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin.
ÎHD, TÎHV, TTB, MAZLÛMDER û Baroya Amedê di çarçoveya hefteya Mafên Mirovan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên.
Sekreterê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Nurettîn Bozkurt daxuyaniya hevpar xwend û diyar kir ku li gorî madeya 13/1 a makezagonê ji bo hebûna dewletê her tişt tê fedakirin û wiha got: "Dîsa girtiyên di tecrîdê de tên ragirtin êdî neçarman dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin."
'BILA QEDEXEYA LI SER PARÊZERÊN OCALAN RABE’
Bozkurt da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê her tim bi firar, îsyan, xwekujî, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê hate rojevê û tiştên jiyîn piştî demekê hatin jibîrkirin.
Bozkurt, bal kişand ser îstatîstîkên sala 2012'yan ên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk hatin û wiha got: "Di sala 2012'yan de li girtîgehan 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes birîndar bûn, 171 bûyerên îşkenceyê pêk hatin.
Hezar û 142 pêkanînên veguhestin û 222 binpêkirinên mafê tenduristiyê, 22 astengiyên hevdîtina malbatê, 25 tecrîd û îzolasyon, hezar û 5 cezayên disiplînê, 318 astengkirin mafên ragihandinê û bi giştî 3 hezar û 14 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin."
Bozkurt, xwest ku şertên girtîgehên Tirkiyeyê bên başkirin û wiha axivî: "Divê qedexeya li ser astengiya hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran bê rakirin. Divê girtiyên nexweş û hewcehî bi xwedîkirinê serbest bên berdan. Divê dest ji nêrîna girtiyan ji civakê dijber tên dîtin bê berdan. Divê şertên girtiyan bên başkirin."