Di rûniştina "KCK"ê de komkujiya Parîsê hate şermezar kirin

Di rûniştina "KCK"ê de komkujiya Parîsê hate şermezar kirin

66'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê didome. Di rûniştinê de Şaredara Wêranşarê Leyla Guven mafê axaftinê kir û qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin şermezar kir. Guven diyar kir ku, kesên aştiyê naxwazin ev qetilkirin pêk anîne.

66'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK'ê ku 108 jê girtî 175 kesan li 6'emîn dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir didome. 13 kesên di nav de Hatîp Dîcle jî heyî ji tevlî rûniştinê nebûn. Ligel xizmên girtiyan, Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk û Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan tevlî rûniştinê bûn. Di rûnşitinê de Şaredera Wêranşarê Leyla Guven mafê axaftinê kir û têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li paytexta Fransa Parîsê axivî. Rûniştin bi axaftina Guven berdewam dike. Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt bi kurdî parastin kir. Lê piştî 30 saniye şûnde mîkrofona Kurt hate girtin û destûr neda ku Kurt bi kurdî parastinê bike.

Şaredara Wêranşarê Leyla Guven jî diyar kir ku, li Parîsê qetilkirinek hovane pêk hatiye Guven anî ziman ku, yek jê sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz, yek nûnera KNK'ê ya Parîsê û ya din jî Fîdan Dogane. Ji bo ku rê li pêş jiyana kurd û tirkan ya bi hev re bigirin, ji bo rê li pêş aştiyê bigirin ev qetilkirin pêk hat.

Guven da zanîn ku, her kes dibêjin ‘Pêvajo Hasase’ û wiha got: "Raste pêvajo hasas . Mirovan 68 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Ji bo azadiya Ocalane. Duh li Mêrdînê gerillayek hat înfazkirin. Li Lîceyê 10 gerilla û li Colemêrgê 13 gerilla hatin qetilkin. Kesên aştiyê û çareseriyê naxwazin van qetilkirinan pêk tînin."

Piştre Sabahattin Korkmaz mafê axaftinê kir. Korkmaz jî parastin kir û diyar kir ku, polîtîkayên bişaftinê yê 100 salan berdewam dike. Korkmaz destnîşan kir ku, yek ji van polîtîkayan qedexekirin û astengiya li pêş zimanê zikmakî ye.

Prz. Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku, doz siyasî ye û ji ber kurd in tên darizandin. Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Kazim Kurt jî piştî delîlên di derbarê wî de hatin xwendin xwest bi kurdî parastinê bike. Lê parastina Kurt hat astengkirin. Prz. Arzu Pamukçu Yordem jî parastin kir û îdîa red kir.