Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, Yasemîn Çongar û Neşe Duzel bi hev re îstîfa kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rojnameya Tarafê îro civîna sivê ya nûçeyan nekir. Beriya civînê Ahmet Altan, Neşe Duzel û Yasemîn Çongar ji xebatkarên rojnameyê re aşkere kirin ku wana îstîfa kirine.
Hîn ajî civîna rojnameyê didome, tê diyarkirin ku dibe xebatkarên rojnameyê jî bi kom îstîfa bikin.