Di rêya Rêbertî û Viyan de gerîlayekî mînak
Necmî di rêya fermandar Viyan de ji bo bibe gerîlayekî xurt dikeve nav hewldaneke bêeman.
Necmî di rêya fermandar Viyan de ji bo bibe gerîlayekî xurt dikeve nav hewldaneke bêeman.
Gerîlayê PKK’ê Necmî sala 1986’an li Rojhilatê Kurdistanê Pîranşehîr çavên xwe li dinyayê vedike. Lê li Başûrê Kurdistanê Ranya mezin dibe. Necmî ku 12 salan dibistanê dixwînê di wê pêvajoya xwendinê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Demekê di nav xebatên PÇDK’ê de cih digire, lê xebatên siyasî ji bo xwe têr nabîne, berê xwe dide çiyayên Kurdistan.
Necmî di rêya fermandar Viyan de ji bo bibe gerîlayekî xurt dikeve nav hewldaneke bêeman.
Necmî ku di aliyê bîrdozî û leşkerî de xwe baş pêş dixe, di karê sabotajê xwe xurt e.
Di nav jiyanê de jî pir jîr û kedkar e. Lewma dibe fermandarê tîmê.
Rojekê tevî nexweş e jî bi israr dixwaze biçe kemîna ku wê li hember dijmin bê danîn ew bi xwe amade bike û bi cih bike.
Dema kemînê datîne, hevalan ji xwe dûr dixe. Ji wan re dibêje ku xwe bidin pişt gir. Paşê jî wê mayînê girê bide. Lê herhal serê kabloyan şaş girê dide. Hevrê Necmî yê xwedî tecrûbe di encama qezayeke ku diviyabû nebe de, tevlî karwanê şehîdan dibe.
Ez bi êşê mezin bûm
Bi êşê mezin dibin li vir zarok
Lewma dilşewatin stranên wan
Kenê wan dişibe hîveke şermok a
Dikeve goleke çiyê ye
Û mîna guleyê ne gotinên wan
Ez bi bêdengî mezin bûm
Bi bêdengî mezin dibin
Li cem me zarok
Lewma fetisokî ye dengê wan
Hesab bike ku di 15 saliya xwe de
Hukim xwariye
Di nav hepsê de heps e temenê wan
Û mîna qetranê ne hizna wan
Ez bi pevçûnê mezin bûm
Bi pevçûnê mezin dibin
Li cem me zarok
Lewma di tetîkê de ye çavên wan
Destên wan kulm in
Li pişt deriyan derî ne dilê wan
Û dide êşandin hezkirina wan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî cangoriyên Kurdistanê wiha dibêje: “Ez amade me ji bo gelekî bersiva her tiştî bidim. Di mijara mafên wî yên siyasî, leşkerî û bi her awayî de rewş çi ye, çawa ye, şer şerê çi ye, bersiva van hemûyan heye. Soza ku min ji bo gelekî daye ev e. Ez bi vê ve girêdayî me û şopdarê wê me. Dîsa mijarên ji bo we bi xêr in û em ê hemû pêve girêdayî bimînin, bi bawerî, bi ewlehî bi hev re bin ev in. Di bingeha wê de îsbatên mezin hene. Beriya her tiştî, îsbata wê ev qas şehîd in. Berxwedêrên me ku hejmara wan digihîje hezaran, dehezaran in û dîsa li serê çiyayan bi dehezaran, hemû îsbatên mezin in. Û gel ji binî ve bi ser xwe ve hatiye û rabûye ser lingan. Pêwîst e em van jî weke destpêk bihesibînin û ji vê şûn de hê zêdetir bikin. Em dibêjin ev hemû destpêk in. Xebata me ya mezin ji niha û şûnve ye.”
Hevalekî têkoşînê yê gerîla gerîla Necmî wer behsa wî dike:
“Mirov ji Rojhilatê Kurdistanê be, lê li Başûrê Kurdistanê mezin bûbe. Yan jî ji Bakurê Kurdistan be, lê li Rojavayê Kurdistan mezin bibe. Mirov ji cihekî Kurdistan be, lê ji welêt dûr mezin bibe. Tu dibêjî qey ew hinekî jî qedera Kurdan tîne zimên.
Eger bê gotin: ‘Gelo li ser rûyê erdê Kurdê bi rehetî dijî û dikare bijî heye? Wê çend Kurd derkevin?.. Eger mirov hevkar û xayînan hesab neke, em ê çend Kurdên şad bibînin? Heke em bêjin, Kurdê şad heye, teqez em ê şaş bin.
Kurd weke gelekî ku hatine biçûkkirin, pelçiqandin û rastî her tiştî hatine nikarin şad bin. Şadî destpêkê zindîbûna ruhî ye. Zindîbûna ruhî jî rewşeke ku mirov bi tiştên dijî re di nav aştî û lihevkirinê de be.
Mirovekî welatê wî hatiye dagirkirin eger ruhê xwe nefirotibe wê çi qasî û çawa şad be.
Şêwazê çalakiya ku vê qedera bêrehm, bêeman û bi rastî bêwijdan biguhere şoreş e. Em bêjin, di nav şoreşê de bi kesayeta şoreşgerî ya were bidestxistin, mirov dikare ji nû ve ferdekî biafirîne, rêyên bi xwe re di nav lihevkirinê de peyda bike yan jî tê afirandin.
Hevrê Necmî dema nû tevlî nav refên gerîla dibe, destpêkê tê Qendîlê. Paşê derbasî Heftanîn dibe. Ew tê xaka ku hevrê Viyan lê şehîd ketiye û wê li rêyên ku bi heval Viyan re hevrêtiyeke rast bike bigere. Ew wek milîtanekî ku pir ji hevrê Viyan tesîr bûye, jiyaneke mîna hevrê Viyan ji xwe re esas bigire.
Dema di perwerdeyan de mafê axaftinê werdigirt, bi giranî gotin û nirxandinên heval Viyan ddest nîşan dikir. Di perwerde û sohbetên xwe de mecbûriyet û hewcedariya jiyana mîna ya Viyan dianî zimên. Hewl dida xwe li gor wê rêxistin bike.
Heval Necmî piştî Heftanîn derbasî Zapê dibe û ji wir jî diçe Geliyê Zap. Ji ber heval Necmî dixwaze li hember dijmin şer bike. Ew jî tê maneya cepheyên hê li pêş.
Li Geliyê Zapê tevlîbûna wî ya nav jiyanê erênî tê nirxandin. Tevlîbûna wî ya nav perwerdeyan bal dikişîne. Di aliyê kesayet de ku zindî, hewldêr û xwedî înîsiyatîf e, bi xwezayî dihişt ev hewldan encam bidin.
Sabotajciyekî baş bû. Cesareta wî di asta jor de bû. Baweriya wî ya bi xwe bêdawî bû. Ji ber vê bi gumana wê qezayan bike, wê kemînan di xwe de biteqîne hevalên wî yên ew rexne dikirin hebûn. Ji ber hevrê Necmî dijmin biçûk didît, dijmin cidî nedigirt. Vê ji baweriya zêde ya bi xwe çavkaniya xwe digirt.
Di nav jiyanê de têra xwe jîr û kedkar bû. Lewma wê heval wî terfî bikin û bikin fermandarê tîm. Xwedî karaktereke pir bêdeng bû. Heta tu pêre nediaxivî ew bi kesî re nediaxivî. Dema tu pêre diaxivî ne wer bû. Di hundirê xwe de bi coş, hevaltî û hevrêtî ji kûr ve hîs dikir.
Hevrêtî di heval Necmî de taybetmendiyeke pir li pêş bû. Wisa bû ku di êrîşên dijmin de destpêkê tedbîrên hevalên xwe, paşê ya xwe digirt. Ji bo tiştek bi hevrêyên wî neyê diket nav hewldaneke awarte.
Wê rêya wî reya me be.”
Nasnav: Necmî Dogan
Nav û Paşnav: Necmettîn Xidir
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1986/Pîranşehîr/Urmiyê
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Xidir
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2005/Qendîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Îlona 2009/Zap