Di Pirtûkxaneya Aramê de dest danîn ser roman û helbestan

Di Pirtûkxaneya Aramê de dest danîn ser roman û helbestan

Lêgerîna polîsan ya li Pirtûkxaneya Aramê berdewam dike. Di dema lêgerînê de pirtûka Nivîskar Elîf Şafak "Aşk", pirtûkên Cemal Sureyya yên helbetsan, pirtûka Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk ya bi navê "Ozgurlugunde kaldi gozlerîm" û kovara Hêviya Jinê ya ku komkirina wê tuneyî hatin destserkirin.

Di demjimêrên êvarê de polîsan bi ser Pirtûkxaneya Aramê ya di bin Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê dimîne girtin. Di serdagirtina bi tevlîbûna gelek polîsên sivîl pêk hat de li ber mêvanxaneyê hatin bicihkirin. Di dema lêgerînê de kesên li beşa kafeyê rûdiniştin hatin derxistin. Hate zanîn ku, lêgerîn li ser biryara dozgeriyê ya bi hinceta "weşanên dijzagonî peyda dike" pêk hat. Polîsan di dema lêgerînê de deriyê pirtûkxaneyê girt û destûr neda ku tu kes bikeve hundir. Piştî serdagirtin hate hînbûn endamên Lijneya Koordînasyona KCD'ê Ozdal Uçar, Halîl Aksoy û Demîr Çelîk hatin pirtûkxaneyê.

Hinek xwendekarên ji pirtûkxaneyên hatin derxistin bertek nîşanî polîsan dan û di navbera polîs û xwendekaran de rageşî pêk hat. Polîsan destûr neda ku xwendekar çanteyên xwe jî bigirin.

Di dema lêgerînê de polîsan pirtûka Nivîskar Elîf Şafak "Aşk", pirtûkên Cemal Sureyya yên helbetsan, pirtûka Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk ya bi navê "Ozgurlugunde kaldi gozlerîm" û kovara Hêviya Jinê ya ku komkirina wê tuneyî hatin destserkirin.

Lêgerîna li pirtûkxaneyê berdewam dike.