Di pevçûna ku vê sibehê di encama derketina operasyonê ya li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de derket, li gorî agahiyên destpêkê yek jê Ustegmen 5 leşker mirin û hate ragihandin ku gelek leşker jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatine girtin, di demjimêrên serê sibehê de li bejahiya Serêsêvê û Geliyê Tiyarê yê Çelê di encama operasyonê de pevçûnê rû da. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, di pevçûnan de yek jê Ustegmen 5 leşker hatin kuştin. Her wiha hate hînbûn ku, gelek birîndar jî hene û birîndar bi helîkopteran rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê.
Hate ragihandin ku, li herêmê pevçûn didomin û helîkopterên kobra ji Fermandariya Tûgaya Komando û Çiya ya Colemêrgê şandine herêmê.