Di pevçûna li Agiriyê de 6 leşker mirin

Di pevçûna li Agiriyê de 6 leşker mirin

Hat diyarkirin ku di encama pevçûna li Agiriyê qewimî 6 leşker mirin. HPG’ê çalakiya şevê din li hemberî lûleya xeta petrolê ya li navçeya Qamişan a Qersê jî girt ser xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama pevçûna di 2’yê cotmehê de li Agiriyê qewimî de herî kêm 6 leşker mirin

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 2’ê Cotmehê de li Agiriyê li dijî derdora gundê Kaderçavuşa bi ser Gilîdaxêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 3’ê Cotmehê de di saet 18.00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê du çalakiyên cuda lidarxistine. Di encama her du çalakiyan de 2 çeperên dijmin hatine rûxandin, 6 leşker jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk ên kuştî û birîndarê xwe bi wesayiten zirxî ji herêmê dûr xistiye. Herweha hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî li herêmê hewldanên keşfê û kemîn vedanê berdewam dike.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku alakiya şevê din li hemberî lûleya xeta petrolê ya li navçeya Qamişan a Qersê ji aliyê gerîlayan ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 3’ê Cotmehê de di saet 20.45’an li navçeya Sariqamûşa Qersê li nêzî Gundê Yagbatanê li dijî xeta lûleyan a petrola Baku-Ceyhanê ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.”