Di pevçûna bi artêşa Îranê re gerîlayek jiyana xwe ji dest da

Di pevçûna bi artêşa Îranê re gerîlayek jiyana xwe ji dest da

HPG’ê ragihand ku di 7’ê Îlonê de li ser xeta sînor a Şehîdan, pevçûnek di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa rejîma Îranê de qewimiye û di encamê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 7’ê Îlonê de li ser xeta sînor a Şehîdan, pevçûnek di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa rejîma Îranê de qewimiye û di encamê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 7'ê îlonê de li ser xeta sînor a Şehîdanê di navbera gerîlayên me û artêşa îronê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me gihîştiye şahadatê.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye: Omer Bûlût, bi nasnavê Rizgar Mêrdîn,cihê jidayîkbûnê Midyada Mêrdînê.