Di çalakiyên Penceşa Reş ku her hefte ji bo hilbijêrên BDP'î yên di operasyonên “KCK'”ê de hatin girtin serbest bên derdan li ber avahiyên şaredariyan tên lidarxistin de, komkujiya Roboskiyê hate şermezarkirin. Di çalakiyan de girsê xwest hesab bê pirsîn.
Çalakiya Pencşema Reş ku her hefte ji bo siyasetmedar û hilbijêrên kurd ên di bin navê operasyona KCK'ê de hatin girtin, serbest bên berdan tên lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di hefteya 150'emîn de çalakiyê berdewam kir û komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivil ên kurd hatin qetilkirin hate şermezarkirin. Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî saetekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Li navçeyên Dêrikê û Qoserê yên Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî li ber avahiyên Şaredariyê hatin lidarxistin.
Li Wanê jî girseya ku li ber Şaredariya Wanê kom bûn sloganên “Serok Bekîr" û ‘Bê zîman jiyan nabe” berz kirin.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî çalakiya rûniştinê ya bêdeng hate lidarxistin. Di çalakiyan de rêveberên BDP'ê, xebatkarên şaredariyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesen din amade bûn.
Di çalakiyan de komkujiya Roboskiyê hate şermezarkirin û hate xwestin ku hikûmeta AKP'ê hesap bide. Di hemû çalakiyan de piştî daxuyaniyan çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin.