Çalakiyên Pencşema Reş li Wêranşar, Dêrik, Wan û Qelqeliyê bi girseyî berdewam kir. Di çalakiyan de qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê pêk hat şermezar kirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêrenşarê ya Rihayê çalakiya Pencşema Reş li taxa Kişla li ber avahiya Şaredariya Wêranşarê pêk hat. Di çalakiyê de Wekilê Şaredar Emin Turkoglu, Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, Serokê Şaxa Tum Bel-Senê Nurettin Çetîn, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de qetilkirina 3 jinên kurd hatin şermezarkirin.
WAN
Li Wanê jî piştî di 7'ê Hezîrana 2012'an de di bin davê operasona KCK'ê de Şaredarê Wanê Bekir Kaya hat girtin çalakiyên Pencşema Reş berdewam dike. Çalakî bi pêşengiya Tum Bel-Senê de pêk hat. Di çalakiyê de KESK, ÎHD'ê û gelek kesên din amade bûn. Çalakiyên Penceşa Reş bi tevlibûna nûnerên Tum Bel-Sen, xebatkarê şaredariyê û gelek kesên din amade bûn. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Wanê hat dayîn. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û dîsa qetilkirina 3 jinên kurd hat şermezar kir.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê jî girsê çalakiya rûniştinê pêk anî. Komê pankarta "Dest nede vîna min" bi avahiya şaredariyê dakir. Dîsa wêneyê 3 siyasetmedar kurd bi avahiya şaredariyê dakir. Komê piştî daxuyaniyê 10 deqîqeyan çalakiya runiştinê pêk anî.
DÊRIK
Li navçeya Derikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya Pencşema Reş hat lidarxistin. Çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Li vir jî 3 jinên siyasetmedar ên jin hatin bibîranîn û qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kir.