Ji bo siyasetmedar û şaredarên di bin navê operasyonên KCK'ê de hatin girtin û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar bikin çalakiyên Pencşema Reş hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku li Qoser, Dêrik û Peyasê hatin lidarxistin de operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin û hate xwestin ku şaredar û siyasetmedar serbest bên berdan.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi boneya siyasetmedar û şaredarên ku di bin navê KCK'ê de hatin girtin, Çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariyê berdewam kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredar Sevîm Bozkurt, cîgirên şaredar, nûnerên KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê Nûnerê SES'ê Emrullah Acar, daxuyanî xwend û diyar kir ku di operasyonên dawî yên li Mêrdîn, Sêrt, Êlih Dersimê 96 kes hatin binçavkirin û 54 kes hatin girtin. Acar, polîtîkayên AKP'ê şermezar kir.
DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya Pencşema Reş de koma ku li ber avahiya şaedariyê kom bûn, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyêde rêveberên BDP, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din amade bûn. Endame Meclîsa Şaredariyê Dêrikê Şeyhdavut Baydu, diyar kir ku li gel nerazîbûnên kurdan dîsa AKP ji sala 2009'an heta niha yek bi yek hemû nûnerên gelê kurd davêje girtîgehê. Baydu da zanîn ku gelê kurd li hemberî vê yekê bêdeng namîne û dê bertekên xwe nîşan bidin.
PEYAS
Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê di hefteya 148'an de endam û rêveberên BDP, Lijneya Rêveberiya Navendî ya (LRN) ÎHD, KCD, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, KESK, DÎSK û xebatkarên Şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de Endamê LRN’ya ÎHD'ê Şevket Akdemir, anî ziman ku şeredar îro hem ji azadiya xwe û hem jî ji xezmeta gel hatine dûrxistin 3u ev yek li dijî mafê mirovan e. Akdemîr, anî ziman ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd didome û 504 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliye. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.