Di operasyona li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênê de şerek qewimî û di şer de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di operasyona tîmên taybet û helîkopter tevlîbûn de çekên kimyewî hatin bikaranîn.
Duh serê sibê saet di 06.00'an de li sêgoşeya navçeyên Dara Hênê, Hênê û Licê operasyona berfireh hat destpêkirin. Operasyon bêtir li derdorê gundê Şenlik, Ziyaret, Hambaz û Taşlikê belav bû. Gelek polîs û cendirmeyan bi 30 maşîneyên kîrpî yên zirxî tev li operasyon bûn.
Piştre 6 helîkopterên kobra jî piştgirî da operasyonê. Welatiyan diyar kir ku leşker û tîmên taybet herêm dan ber topan û piştî topbaranê li herêma operasyonê şerekî dijwar dest pê kir. Helîkopterên ku ji 7'emin Qişlaya Denîz Galîp a Fermandariya Baskê Artêşê rabûn û çûn herêma operasyonê û şer dest pê kir.
Şerê ku saet di 11.00'an de dest pê kir heta piştî nîvro berdewam kir. Piştî demek dirêj ku helîkopteran herêm bombe kir, di operasyona leşkerî de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku bêhna ji cilên gerîlayan dihat mahdê mirovan dixelandin û di wê baweriyê dene ku di operasyonê de çekên kîmyewî hatiye bikaranîn.
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku bêhna ji cil û alavên gerîlayan dihat bêhnek pir xerab bû û gumana ku çekên kîmyas hatine bikar anîn heye. Piştî di operasyonê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan li mezraya Akçapinarê danîn.
Helikopterên hatin Akçapinarê cenazeyên 2 gerîlayên rakirin û birin. Piştre li herêmê şalên gerîlayên HPG'ê û alavê wan li cihê buyerê hatin dîtin. Bêhna ku piştî operasyonê belav bû zêde bal kişand ser xwe. Welatiyan diyar kirin ku bêhn mahdê wan dixelîne û serê wan gêj dike.
Welatiyên ku bi lambayên destan çûn herêma operasyonê alavên aydî gerîlayên HPG'ê yên ji heste, muçing, pîl û potê bi xwîn kom kirin û anîn gund. Welatiyên alavên endamên HGP'ê anîn gund sloganên "Şehîd namirin" qêriyan. Welatiyan anîn ziman ku wan li cihê operasyonê bombeya destan a pîmê wê hatiye kişandin û nehatiye teqandin dîtin.
BDP ÇÛ HERÊMÊ
Şandeya BDP'ê ku ji Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê Ahmet Gezen, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Şaredara Liceyê Fikriye Aytîn û gelek rêveberên BDP'ê pêk dihat çûn herêma operasyonê û lêkolîn kirin.
Şandeya BDP'ê ku ji aliyê welatiyên gund ve hatin pêşwazîkirin li herêmê lêkolîn kirin. Li vir Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku wan li ser cil û alavên gerîlayan şop û gumana ku çekên kimyewî hatine bikar anîn dîtine. Zumrut, da zanîn ku bi gumanek mezin gerîla bi çekên kîmasal hatine qetilkirin.
Zumrut, da zanîn ku di şer de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û cenaze bi helikopterê birin.