Di nimêjên înê de li dijî operayonan nerazîbûn

Di nimêjên înê de li dijî operayonan nerazîbûn

Di nimêjên înê yên li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê hatin lidarxistin de bertek nîşanî operasyonên demên dawî li herêmê pêk tên hate dayîn.

Li Amed, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Colemêrg, Manîsa, Mûş û navçeyên bi hezaran welatiyan nimêjên Înê kirin. Bi hezara welatî tevlî nimêjên înê yên sivîl bûn û bi kurdî weaz hate dayîn. Melayên di nimêjên înê yên sivîl de weaz dayîn diyar kirin ku di ola îslamê de înkara gel tuneye û zilim nayê qebûlkirin.

Melayan xwest ku demildest pevçûn bi dawî bibin û aştî pêk bê û wiha gotin: "Hemû kesên ji bo ziman, ax, gel, ol, malbat û mazlumiyetê jiyana xwe ji dest didin şehîd in. Êdî bila şerê qirêj ên li herêmê bi dawî bibe."

Piştî weazên bi kurdî bi hezaran welatina ji bo nimêjê ref girêdan û nimêja înê ya sivîl kirin.