Bi hezaran welatiyên tevlî nimêjên înê ya sivîl bûn ji bo biratî û aştiyê dua kirin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî nimêja înê meşa bi navê "Îna azadiya Serok Apo" hat lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.
Li Amed, Nisêbîn, Sêrt, Misirc, Farqîn, Sîlopî, Şirnex, Cizîr, Manîsa, Wan, Colemêrg, Milazgir, Gimgim û Mêrsînê bi hezaran welatî ji bo nimêjên înê bikin hatin cem hev. Li Amedê li Suka Binerd a Selahattîn Eyyubî ya li Qada Deriyê Çiya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, Sêrt li qat li ser avahiya BDP'ê, Misirê li avahiya BDP'ê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Sîlopiyê li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê, Şirnexê li konê li ber avahiya BDP'ê hat vedan, Cizîrê li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê ya li taxa Cudî, Navçeya Turgutlu ya Manîsayê li Salona Konferansê ya Musa Anter a li avahiya BDP'ê, Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, Milazgirê li avahiya BDP'ê, Gimgimê li mescîta li Kargeha Şaredariyê û li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li tesîsên sporê yên şaredariyê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjên înê de melayan bi kurdî weaz dan û diyar kirin ku ji bo mafên civakê biratî, edelat, wekhevî, azadî pêvîst e û wiha gotin: "Di gelek ayetên Quranê de behsa aştiyê tê kirin ji ber vê yekê dema aştî tê axivîn em gelên mezlum dest bi tevgerê dikin. Divê gel bibin yek û li hemberî komkujî, metîngerî û koletiyê rawestin." Melayan di weazan de bal kişand ser operasyonan û wiha gotin: "Divê êdî zextên wisa neyên kirin û li hemberî gel zilmê pêk neyinin." Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêj kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî nimêja înê bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê yên Nisêbînê, MEYA-DER, DOKH, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran welatiyan bi armanca şermezarkirina serdagirtinên malan heta Bulvara Şîrîn meşiyan. Di meşê de pankarta "Îna azadiya Serok Abdullah Ocalan" hate vekirin û sloganên "Ocalan", "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li vir e", "Em dê bi berxwedanê qezenc bikin" û "Zext me bêzar nakin" hatin berzkirin. Di meşê de bi dehan ciwanên bi motosîkletan jî pêşiya meşê çûn. Pi Bulvara Şîrîn rêgirtin pêk hat û sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.
'EV DER KURDISTAN E'
Piştî rêzgirtinê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Nisêbînê Halîl Ozmen axivî û bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate lidarxistin û wiha got: "Li aliyekî hevdîtin tên kirin li aliyê din girtin berdewam dikin. Duh li Nisêbînê 12 ciwanên me hatin binçavkirin. Êdî bila Erdogan bifikire. Bila bizane ku bi girtin û mirina kurdan xilasnake. Erdogan çend roj berê got, 'an hûnê bikevin bin destê me an jî hûnê vî welatî terk bikin' Yên vê axê terk bikin ew in. Ji ber ku ev der Kurdistan e."