Di Newroza Qoserê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin - BI DÎMEN
Li Qoserê mîtînga Newrozê ya "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî" dewam dike. Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin.
Anf
Mêrdîn
çarşem, 18 adarê 2015, 13:46
Li Qoserê mîtînga Newrozê ya "Êdî bes e, ji Rêber Apo re azadî" dewam dike. Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya li mîtîngê de ji hikûmeta AKP'ê re got, "Eger hûn çareseriyê dixwazin, werin em Pakêta Ewlekariyê di agirê Newrozê de bişewitînin. Hûn neşewitînin em ê bişewitînin."
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Mêrdîn Qoserê ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, hînê dewam dike. Li dû pîrozbahiyên li nava kolanan ên danê sibehê, girseya gel herikî qada Newrozê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Girseya gel ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind kir û xwedî li berxwedana Rojava û Kobanê derket.
Jinan bi kincên xwe yên gelêrî li refên herî pêş reng dan pîrozbahiyê. Li gorî salên bihurî, beşdarên pîrozbahiyê hîn bêhtir kincên gelêrî li xwe kirin. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Mîtîngê bi govend li ber stranên Koma Hîvron hat gerandin dewam kir. Di vê kêliyê de ciwanan wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava qadê gerandin û dûre li qadê daliqandin.
Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenter Aysel Tûglûk, Gulser Yildirim, Hevgşaredarê Qoserê Îsamîl Asî, Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Mûsa ALkan, nûnerên TAY-DER, MEYA-DER û rêxistinên civakî yên sivîl amade ne.
Axaftina vekirinê ya mîtîngê ji aliyê Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan ve hat kirin. Ocalan Newroza gelê Kurd pîroz kir û got, "Divê em navê Qoserê bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê binivîsînin. Divê em zorê bidin sindoqan. Eger aştî wê were Kurdistanê wê bi Rêber Apo were."
Piştre Agirê Newrozê hat pêxistin û ji qadê dirûşmên ji bo azadiya Ocalan bilind bûn. Paşê Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan axaftineke kurt kir û Newroza gelê Qoserê pîroz kir.
Hevseroka Giştî ya HPD'ê Fîgen Yuksekdag dema derket ser dikê bi de hezaran kesan bi hev re dirûşmeya "Bijî serok Apo" berz kir. Yuksekdag piştî dirûşmeyê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku dîrok ji aliyê gelên ber xwe dan ve hate nivîsandin û îro jî gelê Qoserê dîrokê dinivîse. Yuksekdag anî ziman ku yên ji sulaleya Dehaqan hatin wê di dîrokê de winda bibin û wiha got: "Lê hûn dê rûpelên dîrokê de bi rûkenî, coş û berxwedana xwe cih bigirin. Em Newroza 2015'an bi serkeftina kesên li ber xwe dan pêşwazî dikin. Agirê Kawa ji bo mizgîniya rizgariyê hil kir îro li Rojava û li Kobanê hate hilkikrin. Hemû cîhan vî agirî dibîne. Agirê Kawa hilkirî ji bo hemû gelên cîhanê mizgîniya jiyanekî nû ye. Ev yêk nîşan dide dê zalim tê biçin û mazlum qezenc bikin. Ji kesên ew agir anîn Mezopotamyayê re hezar silav. Ew agir tu caran navemire. Ji ber ku em ew agbir bi şehîdên xwe nivîsand. Me bi hêza xwe ya azadiyê nivîsand."
'DÎROKÊ YÊN LI BER XWE DAN NIVÎSAND'
Yuksekdag da zanîn ku Newroz 2015'an ji bo hemû gelan deriyê aştiyê ye û wiha axivî: "Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û hemû kesên din hêza Newrozê ya herî sereke ye. Êdî ev gel winda nake. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo gelê me yê ji bo azadiyê derketî rê êrîşê bikin pêk anîn. Gelek êşa hatin jiyîn. Çeteyên li Rojava û Rojhilata Navîn êrîş kirin û bawerî pêk anîn îro her tiştê xwe kom kirin û reviyan. Li Kobanê û Şengalê şervanên YPG û YPJ'ê azadî, can û malê gelên me yên êzdî, suryan û tirkmenan diparêze. Îro jî şervanên azadiyê ji bo mirovahiyê ber xwe didin."
'ÎNKAR DI FITRATA VAN DE HEYE'
Yuksekdag destnîşan kir ku serokomar Erdogan ketiye xefletê û gotina “pirsgirêka kurd nîne” kiriye û hemû cihan bi xwe daye kenandin û wiha berdewam kir: “Jixwe gelê kurd hebûna xwe ji zû ve ye qezeng kiriye. Êdî siyaseta cihanê bi berxwedana kurd û têkoşîna wan ve eleqedar dibe. Ma serokomarekî vî welatî vê rastiyê nizane? Înkar di fitrata wan de heye. Ev gotin aştî û wadên pêvajoya çareseriyê xizmetê wan nake, xizmên xwe bi hêz dikin. Îro tişta ku serokomar dide axaftin feraseta înkarê ye. Lê vî gelê feraseta înkar û îmhayê ya sed salan çawa têk bir dê feresata AKP’ê jî têk bibe.”
'EM Ê PAKÊTA EWLEKARIYÊ DI AGIRÊ NEWROZÊ DE BIŞEWITÎNIN'
Yuksekdag gotina hikûmetê ya “Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, çekan di agirê Newrozê de bişewitînin” bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Ez jî dibêjim ku hûn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin? Hûn ewil paketa faîst a terorê, ya ewlehiyê di agirê Newrozê de bişewitînin. Li pêşiya çareserî û aştiyê astengiya herîm ezin çekên dewletê ye. Heke hûn çareseriyê dixwazin werin paketa ewlehiyê bavêjin agirî Newrozê. Lêh eke hûn dibêjin em vê paketê naşewitînin hûn dizanini. Em ê bişewitînin. Ew paket dê di agirê têkoşîna me de bişewite û bibe xwelî.”
Yuksekdag bilêv kir ku Newroza 2015’an dê bibe navê têkoşîna azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev gel û hemû gelên Tirkiyeyê aştiyê dixwezin, li ser esasê welatîbûna wekhev aştiyê dixwazin. Di hilbijartinên 2015’an de jî çawa em di mewziyên Kobanê bi ser ketin, di berxwedana 6-8’ê Cotmehê de bi êşan çawa em xwedî li Kobanê derketin di hilbijartinên 2015’an de jî roja 8’ê hezîrenê jî em bi ser kevin û derkevin.”
Piştî axaftina Yuksekdag komên muzîkê derketin ser dikê û stranên bi kurdî stran. Pîrozbahiya Newrozê bi muzîkê berdewam kir.