Di nava 9 mehan de li Kurdistanê çi qewimî?

ÎHD'ê raporek li ser binpêkirina mafên mirovan a 9 mehên îsal eşkere kir. Li gorî vê yekê 40 hezar 573 caran mafên mirovan hatine binpêkirin. ÎHD'ê xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û muzakere dest pê bike.

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê rapora li ser binpêkirina mafên mirovan a 9 mehên îsal, li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî li civînê axivî û diyar kir, ji 24'ê Tîrmeha 2015'an vir ve, şîdet dewam dike û ji wê demê heta niha zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Bîlîcî anî ziman, tabloya ku piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an derketiye holê, bandoreke mezin li ser jiyana civakî kiriye û bi şer re pêkanînên nedemokratîk jî her zêde bûne.

Bîlîcî da xuyakirin, ku ew çalakî û pêkanînên zirarê didin cewherê mirov û jiyana civakî qebûl nakin, pirsgirêk dikare bi diyalogê bê çareserkirin û got: "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi dehan salan rêbaza şîdetê hat ceribandin û bi vê rêbazê û polîtîkayên hikûmetê yên pereset pêşketin nabe. Ji ber vê yekê aliyên ku şer dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê şer bisekinînin."

'TECRÎDA LI SER OCALAN RAKIN'

Bîlîcî anî ziman, divê dewlet û desthilatdariya siyasî pêkanînê rêveberiya awarte û operasyonên leşkerî bi dawî bikin, muzakereyan bidin destpêkirin û wiha dewam kir: "Pêwîte tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê ji hewldanên Birêz Ocalan ê ji bo aştiyê sûd bê girtin û mercên ku karibe bixebite bê amadekirin."

Bîlîcî di dewama axaftina xwe de got, bi pêkanîna Rewşa Awarte re zext û sansura li dijî çapemeniyê zêdetir bûye, mafê agahîgirtinê yê gel ji destên wan hatine girtin.

Bîlîcî ragihand, bi Rewşa Awarte re muameleya xerab a di binê çavan de zêdetir bûye û diyar kir, girtîgeh bûne navendên îşkenceyê û mafê tenduristî û ragihandinê ya girtiyan tê astengkirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê 300 jê giran 756 girtiyên nexweş li girtîgehan terkî qedera xwe hatine kirin. 

Bîlîcî bal kişand li ser şîdet û binpêkirinên mafan ên 9 mehan jî anî ziman ku 34 jin hatine qetilkirin, 8 jinan "întihar" kirine, bi jinan re zarok jî rastî binpêkirinên mafan tên û di 9 mehan de 9 zarok hatine qetilkirin, 9 zarok hatine ber xwekuştinê û 71 zarok jî rastî îstismara zayendî hatine. 

Bilîcî destnîşan kir ku di nava 9 mehên 2016'an de li gorî daneyên ÎHD'ê 40 hezar û 573 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.