Di mezintirîn operasyona li dijî sendîkavana de zêdetirê 53 binçavî

Di mezintirîn operasyona li dijî sendîkavana de zêdetirê 53 binçavî

Di encama operasyonên li 28 bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî sendîkavana pêk hat de ji 160 kesên hatibûn binçavkirin 53 kes hatin girtin

Roja 19’ê sibatê di encama operasyonên di bin navê ‘DHKP-C’ de li hemberî endamên KESK’ê pêk hatin de herî kêm 160 kes hatin binçavkirin. Ev operasyon di dîroka Tirkiyeyê de operasyona herî mezin bû li dijî sendîkavanan. Roja 25’ê hezîrana 2012’ê jî li dijî endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) pêk hat û di encamê de tevî Serokê KESK’ê Lamî Ozgen 71 sendîkavan hatin girtin. Ev operasyon jî di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK” de li hemberî siyaseta Kurdan pêk tê de pêk hatibû. Bi vî awayî Tirkiye di warê girtina sendîkavanan de jî di cîhanê de yekemîn e.

EQNERE: Li Enqereyê 30 sendîkavan bi daxwaza girtinê roja înê saet di 20.00 de veguhestin dozgeriya nobedar. Ji 11 sendîkavanên ku lêpirsîna wan qediya 5 hatin girtin û 6 ên din jî serbest hatin berdan. Ji van şeş kesan ji 4 kesan jî biryara kontrola edlî hate dayin.  Lêpirsîna 19 kesên din ên ku veguhestin dozgeriyê berdewam dike.

ÎZMÎR: 15 sendîkavanên ku li Îmzîrê jî hatin binçavkirin roja înê veguhestin edliyeyê. Ji vana 13 kes piştî girtina îfadeyê ji aliyê dozgeriya komarê ve serbest hatin berdan û 2 yên din jî bi daxwaza girtinê veguhestin dadgeha nobedar. Di operasyonên ku navenda wê jî Îzmîrê bûn de, li Antalya û Aydinê jî operasyon li dijî 10 navendan pêk hat û 13 jê mamoste, bi giştî 15 peywirdarên gelemperiyê hatibûn binçavkirin.

STENBOL: Di heman operasyonê de li Stenbolê ji 55 kesên ku hatibûn binçavkirin 30 roja pênçşemê veguhestin Edliyeya Çaglayan a Stenbolê. Piştî girtina îfadeyan 5 ji endamên KESK’ê serbest hatin berdan û 25 kesên din jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgehê birayar girtina 19 kesan da û 6 kesên din jî serbest berda.

Ji 24 kesên din ên ku veguhestibûn dozgeriyê 21 kes veguhestin dadgehê û vana 12 hatin girtin û 9 kesên din jî serbest hatin berdan.

BÛRSA: Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê li Bûrsa, Balikesîr, Eskîşehîr, Kutahya û Çanakkaleyê 14 kes hatin binçavkirin û ji vana 9 kes hatin girtin. Her wiha îfadeya 36 kesan hate girtin.

MALATYA: Ji 13 kesên ku li Meletî, Sêwas û Dêrsimê hatin binçavkirin, tevî serokê şaxê Egîtîtîm-Sena Meletiyê 6 kes hatin girtin. 4 kesên din jî piştî kontrola edlî serbest hatin berdan.

EDENE: Di operasyonên li Hatay, Dîlok û Mêrsînê de jî 18 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin veguhestin Edeneyê û ji vana 2 kes hatin girtin. Ji 7 endamên KESK’ê yên ku li Hatayê hatibûn binçavkirin li Edeneyê serbest hatin berdan. Ji 9 kesên li Mêrsînê jî hatibûn binçavkirin 7 kes serbest hatibûn berdan.