Di lûleya gaza xwezayî de teqîn

Di lûleya gaza xwezayî de teqîn

Di lûleya xeta gaza xwezayî ya di navbera gundên Yagbasan û Çatak ên navçeya Qamişan a Qersê re derbas dibin de teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevê din saet di 20.30 de teqînek mezin di lûleya petrolê de pêk hat. Teqînê di lûleya petrolê de rê li ber zerarek mezin vekir û ji ber teqînê herikîna gaza xwezayî hate rawestandin.

Qeymeqamê Qamişan Erdogan Tûran Ermîş têkildarê bûyerê daxuyaniyek da û got; "Sedema teqînê nayê zanîn. Tu şewat çênebûye. Di navbera gundên Yagbasan û Çatakê de pêk hat. Niha gaz jê derdikeve. Bûyer ji BOTAŞ’ê re hate ragihandin. Li ser vê lûleyê gaz hate birîn.”