Li dijî lûleya gaza xwezayî ya nêzî navçeya Bazîda Agiriyê derbaz dibe êrîş pêkhat. Piştî êrîşê herikîna gaza xwezayî rawestiya.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, îro ber banga sibehê di lûleya gaza xwezayî ya ji Îranê tê Tirkiyeyê û nêzî gundê Taniktepe yê navçeya Bazîdê derbaz dibe de teqînek mezin rû da.
Di teqînê de zirarek mezin da lûleya gaza xwezayî, hate ragihandin ku bi tundiya teqînê re 50 metreyan firehî û 3 metreyan jî kûrahî çal çêbû.
Piştî teqînê herikîna gaza xwezayî ya ji Îranê tê Tirkiyeyê rawestandin, her wiha dest bi tehmîr kirina xeta lûleyê kirin.