Di lêpirsîna Roboskiyê de skandala daxwaznameyê

Di lêpirsîna Roboskiyê de skandala daxwaznameyê

Derket holê ku, du daxwaznameyên têkildarî lêpirsîna Roboskiyê parêzeran dane Serdozgerê Komarê yê Amêd yê lêpirsîna Roboskiyê birêve dibe winda ne.

Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, têkildarî qetilkirina 34 Kurdên li Roboskiyê ya ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve li ser navê malbatê du daxwazname dane Serdozgeriya Komarê ya Amedê yê lêpirsînê birêve dibe. Di daxwaznameyên 8’ê Hezîrana 2012’an dabûn de hatibû daxwazkirin ku, “biryara astengkirina lêpirsînê bila were rakirin, kopyayek ya dosyayê bidin wana û di derbarê karûbarê di lêpirsînê de hatiye kirin de agahiyê bidin wana.”

Daxwazname dabûn Wekîlê Serdozger Ahmet Karaca yê wê demê peywirdar bû. piştî demek dirêj li ser re drebazbû û bersivek nehat, ji bo pirsîna aqûbeta daxwaznameyan parêzeran serî li dozgeriyê da. Lê belê di dozên dosyayê yê dozgerê lêpirsîna Roboskiyê birêve dibe û katibê ji dosyayan peywirdare dane parêzeran de daxwazname têde nebû.

Daxwaznameyên ku windakirin, parêzeran careke din di 12’ê Kanûna 2012’an dîsan carek din da. Li gorî nûçeyê ev not xistin nava daxwaznameyan: “Ev daxwaznameyên me 08.06.2012’an pêşkêşî Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Ahmet Karaca kiribûn, lê belê li gorî agahiyên şîfahî yên, daxwaznameyên mijara gotinê di nava dosyayan de tunebûn.”

Parêzeran diyarkirin ku, daxwaznameyên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya lêpirsînê dane li dijî pêkanînên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û Hevpeymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ye û aşkera kirin ku, “Nêzî saleke li ser bûyerê re derbazbû, em bifikarin ku lêpirsîn bi awayek bibandor nayê birêve birin. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku, daxuyaniyên rayedarên hikumetê yên têkildarî bûyerê sûcê ‘bandorê li ser peywira dozger’ dike û her wiha di derbarê wan de hate daxwazkirin ku lêpirsîn were vekirin.